Nesir Elherîrî Emîndarê giştî dibîne ko “Berpirsiyariya pirbûna tundrewiyê li Herêmê dikeve ser Civaka Navdewletî ji ber ko piştgiriya Artêşa Azad nakin û derbeyan li Esed nadin, çimkî ew makderê tiroristiyê ye.”
Û xwest ko”Hevgirtin û yekbûna hêzan di beraberiya hêzên Esed û Çeteyên pê ve girêdayî hebe.”
Û got: “Hîç dewletên cîhanê di tunekirina tiroristiyê de biser nakevin eger sedemên tiroristiyê anko Rêjîma Esed nerûxînin, çimkî hebûna Rêjîmê ne tenê metirsî li ser Sûriyê ye, belê li ser tevahiya herêmê ye.”
Emîndarê giştî bêtir got:”gerek Civaka Navdewletî têbigihê ko çareserî li Sûriyê biser nakeve eger ne çareseriyeke giştî be, ji bil wilo tenê em dikarin bibêjin ew rewşa Sûriyê sar dikin, û birêvebirinek ji dijhevî û milmilaneyê re ye û berdewamiya kuştinê ye.”
Jêder: Hevbendî