Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilbasit Ebdilletîf, tekez kir ku xelkê devera Rojhilatê Ferêt bi awayekî berdewam metingên nerazîbûnê û xwepêşandanan dijî kiryarên milîsên PYD yên terorist li dar dixin, û dibe ku bighê asta rûbirûbûneke çekdarî.
Û Ebdilletîf bal kişand ser ku kiryarên teroristî yên ku milîsên PYD pê radibin, ne dûrî kiryarên rêxistina Daişê ne, berî ku bê jinavbirin.
Û diyar kir ku milîsên PYD dijminkariyê dijî rûsipiyên deverê pêk tînin, û bizavê dikin ku çanda deverê biguherin, di riya sepandina rêbaz û adetên dûrî çanda deverê, û bal kişand ser ku jikardûrxistina mamosteyên ku vajî polîtîkayên wan in nîşana herî mezin e.
Û got ku xelkê deverê hebûna wan milîsan ret dikin, û desthilata wan napejirînin, û red dikin ku ew nûnertiya wan an destnîşankirina çarenûsa wan bikin, û daxwaza rawestandina piştgiriya wan û qewtandina wan ji deverê ji civaka navdewletî kir.
Û cext kir milîsên PYD û rêxistina PKK ya terorîst li deverê namînin, û dê vegerin cihên xwe li çiyayên Qendîlê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî