Hikûmeta Sûrî ya Demkî got ku Serokê Hikûmetê Ebdilrihman Mustefa bi serdaneke fermî bo Emrîka rabû, û di serdanê de Wezîrê Rêvebiriya Xwecihî û Xizmetguzariyan Endezyar Mihemed Seîd Silêman, û Wezîrê Tendurustiyê D. Meram Elşêx, û Rêvebirê Têkliyên Derve Yasir Elhecî hevaltiya wî kirin.
Û Şandê Hikûmeta Sûrî ya Demkî hevdîtin li gel hejmarek ji kesayetên Emrîkî pêk anîn wek: Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve Ethan Goldrich, û Rêvebira Sûriya û Îraqê di Encumena Ewlehiya Netewî di Koşka Sipî de Zehra Bêl, herweha komek ji berpisên Koşka Sipî û wezareta berevaniyê û ya derve.
Û Şandê Hikûmeta Sûrî ya Demkî giringî da rêyên piştgiriya aramiyê li deverên rizgarkirî, û bihêzkirina saziyên Hikûmeta Sûrî ya Demkî, her weha babetên girêdayî terorê û keresteyên hişbir.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî li Washingtonê hevdîtin li gel nûnerên navendên lêkolînan yên emrîkî pêk anîn, wek Balyoz James Jeffrey ji Sentera Wîlson, û Natasha Hall ji Sentera Navdewletî ya Siyasetên Navdewletî Yên Stratîcîk, û David Adesnik ji Kombenda Berevaniya di ber Demoqrasiyê de, û Stephen Heydeman ji Enstîtuya Brookings, û Muna Yeqobiyan ji Enstîtuya Emrîkî ya Aştiyê, û di hevdîtinan de behsa rêyên fişarê li ser civaka navdewletî bo nûkirina guhdana navdewletî bi dosya Sûriyê û misogerkirina rêxweşkirinê bo mîkanîzma derbasbûna alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî re hat kirin.
Û Mustefa li gel şandekî ji revenda Sûrî li bajarê Chicago yê ku ji bijîşk û karsazan pêk dihat civiya, û bi hev re behsa rêyên hêsankirina serdanên Sûriyan bo deverên rizgarkirî û rêyên piştgirî û rêxweşkirinê bo projeyên veberhênanê li wan deveran kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî