Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekezî li ser giringiya rola Emrîka di nehiştina normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed û bisernexistina çi hewlidanên di wî warî de kir, û daxwaza cezayên tundtir li ser rejîmê û çi aliyê ku têkliyan pê re normal bike kir.
Û Endamê Desteya Siyasî û Komîteya Têkliyên Derve Selîm Elxetîb, tekez kir ku çênabe Beşar Esed bi ser cîhana erebî ve be, ji ber ku biryara xwe daye ku ew yek ji amûrên Îranê ye li deverê.
Û cext kir ku kesê pê hêsan bû ku Sûriyê winda bike, û bi hezaran bikuje, û bi melyonan aware bike, dê nikaribe di rêkeftinên xwe de li gel dewletan durust be, û tu alî dê nikaribe rijêma Esed vegerîne an piropogenda rewayê jêre çêbike, piştî ku bû serokê milîsan û tawanbarê cengê.
Û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî bi bizaveke siyasî û diplomatîk bi awayekî berfire û tam ji bo rawestandina hewildanên normalkirina têkliyan bi rêjêmê re radibe, û spasîya Emrîka yaku ew daxwaz pêk anîn kir.
Û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî nameyek arasteyî Îmarata Erebî kiribû, û daxwiyaniyeke nerazûbûnê derbarê pêşwazîkirina Esed derxist, û têde dît ku ew pêşwazîkirin weke xelatkirina Esed e li ser tawanên ku dermafê gelê Sûriyê pêkanîne.
Û Alîkara Wezîrê Derve yê Emrîka yê Karûbarê Rojhilata Jêrîn Barbara Leaf, duh çarşemê, gotibû ku welatê wê piştgiriya karên normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed an vejînkirina wê nake, û matmaybûna berpisyarên Emrîkî ji pêşwazîkirina Esed ji hêla dewleta Îmarat ve diyar kir.
Û Barbara Leaf di rûniştina Komîteyên Têkliyên Derve di Encumena Pîrên Emrîkî de li ser Sûriyê, diyar kir ku Rêveberiya Emrîkî sizayan ji ser rijêma Esed ranake, û helwestên xwe yê dijî nûavakirinê li Sûriyê berî pêkanîna pêşketineke rasteqîn û berdewam berve çareya siyasî de naguhêre.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî