Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê Ebdilhekîm Beşar diyar kir, ku Neteweyên Yekbûyî hêj nikare biryarên xwe li Sûriyê cîbicî bike, û pêşinyarên biçûk pêşkêş dike, ku moralê welatiyên Sûriyê bilind nake, û gihandina ji bo çareseriyeke herdemî ku nehêle xwîna Sûriyan birêje cîbicî nake.
Beşar di lêdwaneke taybet de îro, destnîşan kir ku pêşinyarên Neteweyên Yekbûyî derbarê gihandina alîkariyê mirovî li dijî biryarên Encumena Ewlekariyê ne, û Neteweyên Yekbûyî rola xwe jidest dide di parastina sivîlan û jêrxane û mîratê şaristanî yê bajarên Sûriyê.
Herwiha cîgirê berdevkê bi navê Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ferhan Heq, êvara Duşemê, di kongreyekî rojnamevanî de li baregeha rêxistina navdewletî li New Yorkê daxwaza “sekneke mirovî bo heyama 48 demjimêran heftane kir, ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji kesên ku rê li pêşiya wan hatiye girtin re li tevahiya bajêr, ji bo bidestxistina xwarin, av û pêdawîstiyên din yên ku jiyanê rizgar dikin”.
Û destnîşan kir ku hayê Neteweyên Yekbûyî ji berdewamkirina kiryarên tundûtûjiyê li bajarê Helebê heye, ew jî di rêya hin raporên ku gihiştinê, ku wan raporan amaje kirine ku“ 3ê baregehên pijişkî li Helebê rastî êrîşên asîmanî, û topbarana bi 3ê bermîlên teqîner hatine“, bêyî ku amaje bi aliyê ku topbaran pêk aniye bibe.
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştîmanî daxwaz ji Civaka Navdesletî kir ku ji berpirsyaretiyên xwe nereve, û biryarên ku ji Encumena Ewlekariyê derçûne pêk bîne, û nexasim biryara 2254, ku daxwaza rakirina dorpêça li ser tevahiya bajaran dike, herwiha gihandina alîkariyên mirovî ji bo hemû dorpêçkeran, û rawestandina topbaranê, û serbestberdana girtiyan.
Herwiha daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir ku bêdeng nemîne derbarê tişta ku li Dareya Gundewarê Şamê û li xeynî wê ji bajarên dorpêçkirî rû dide, ku rastî topbaran û birçîkirina welatiyan tên, û tekez kir ku pêwîst e Neteweyên Yekbûyî biryarên xwe bi awayekî temam cîbicî bike, û bi taybet bendên mirovî ji biryara 2254.
Beşar di dawiya lêdwana xwe de, tekez kir ku berdewamkirina sistbûna Neteweyên Yekbûyî di bicihkirina berpiryaretiyên xwe de, dê rêjeya tundûtûjiyê bilind bike, herwiha têkbirina derfetên çareseriyê li Sûriyê, û jidestdana gelê Sûriyê baweriya bi karînên Civaka Navdewletî derbarê dabînkirina pêdawîstiyên wan, da ku li welatê xwe bicih bibin.
Rêjîma Esed û hevalbendên xwe berdewam in di gurkirina leşkerî de li dijî sivîl, baregehên pijişkî û xizmetguzarî li deverên azadkirî û bi taybet li Heleb, Idlib, Dareya û Gundewarê Şamê, ku di encam de zêdetir ji 400 sivîlî di heyama heftiyekê de şehîd ketine, û Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê da zanîn ku serkeftinên şoreşgeran rêjîma Esed bi Hysteryayê xistiye, lewma komkujiyên bi kom pêk anîn”.
Jêder: Hevbendî