Îro sêşemê 16vê tebaxê , tevlî ku PYD xwest bi girtinan tirsê bixe nav welatiyan, lê ev kiryar nebûn asteng li pêşiya xwepêşandêran, û bi sedan welatî li tevaya bajar û bajarokan derketin û kiryarên PYD şermezar kirin.
Li bajarê Dêrikê û ji ber pevçûnên di navbera Esayişan û xwepêşandêran de derketin nêzî 22 kesan birîndar bûn.
hêjayî gotinê ye kû dema xwecihiyên ENKS û alîgirên wan xwe ji bo xwepêşandanan amade dikirin , çekdarên PYD dest bi girtina siyasetmedar û welatiyan li bajarê Amûdê , Girkê-legê , Qamişlo , Tirbespiyê …. kirin. û piştî demkê hin ji wan serbest berdan lê hê gelek jî girtî ne.
tê zanîn piştî ku Partiya Yekîtiya Demoqrat PYD serokê Encumana Niştimanî ya Kurdî girt û sirgûnî Kurdistana Iraqê kir, û hin serkirdeyên partyên siyasî û çalakvan û rojnamevan dema pêşwaziya cenazeyê peşmergeyê pakrewan binçav kirin , emîndariya giştî ya ENKS doza xwepêşandanên cemawerî li tevaya bajarên kurdî dijî kiryarên PYD kir.
Jêder: Hevbendî