Hevrêzkarê Komîteya Cezîrê û Ferat ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilbasit Ebdilletîf, tekez kir ku milîsên PYD yên terrorist berpirsê sereke ne di ber rewşa jiyana dijwar yaku nişteciyên Rojhilatê Ferêt têre derbas dibin.
Û Ebdilletîf di riya daxwiyaniyin taybet re îro, got ku milîsên PYD ne tenê tawanên kuştin û girtin û îşkencê dijî sivîlan pêk tînin, lê belê sotemeniyên wan û êmê dewarên wan jî didizin, ew kar bi awayekî nerênî bandora xwe li xelkê deverê dike, ew kesên ku bêhtirê wan kar di warê çandin û xwedîkirina pez de dikin.
Û Ebdilletîf got ku xelkê deverê rojane derdikevin xwepêşandanan û metingên nerazîbûnê dijî operasyonên diziyê yên ku milîsên PYD pê radibin li dar dixin, û tekez kir ku gendelî di nav rêzên wan milîsan de berbelav e.
Û Ebdilletîf daxwaza rawestandina piştgiriya wan milîsan û dabînkirina çi sîwanên rewayê ji wan re di bin çi bihaneyê de be kir, û wan li ser tawanên ku dermafê gelê Sûriyê û pêkhatên wê pêkanîne siza bikin, û tekez kir ku çênabe bêdengiya dewletan hember tawanên van milîsan berdewam bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî