Endamin ji herdû Desteyên Siyasî û Giştî civînek ji dûrve li gel Nûnerên Hevbendiya Niştimanî di Komîteya Destûrî ya Sûrî de yên ku niha di gera heftemîn a li bajarê Cinêcê ya Siwêsira berdewam dike û beşdariyê têd dikin li dar xistin.
Û Nûnerên Hevbendiya Niştimanî di Komîteya Destûrî de, şiroveyek li ser bûyerên gera heftemîn û kaxezên ku hersê şandan pêşkêş kirine bi dirêjiya hersê rojên destpêkê ji gerê pêşkêş kirin.
Û nûnerên Hevbendiya Niştimanî yên di Komîteya Destûrî de li ser berdewamiya nûnerên rijêma Esed di reva ji tevlênebûna gewherê karê Komîteya Destûrî û bizavên wan bo jikarêxistina gerê axivîn, û tekez kirin ku tiştekî nû tune ye, û encamên vê gerê wek yên berê ne.
Û Nûnerên Hevbendiya Niştimanî di Komîteya Destûrî de encamên hevdîtinên ku Şandê Desteya Danûstandinê ya Sûrî li Cinêvê li gel şandên navdewletî li dar xistine berçav kirin, û Şandê Yekîtiya Ewropa û Şandê Emrîka tekezî li ser pabendiya bi helwestên xwe sebaret doza Sûriyê û pêwîstiya dirêjkirina biryara derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî re kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî