Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilbasit Ebdilletîf, tekez kir ku milîsên PYD yên terorîst metirsiyeke rasteqîn in li ser nişteciyên xwecihî, ji ber ku di kiryarên teroristî de berdewam in, û kiryarên wan ne dûrî kiryarên rêxistina Daişê ne.
Û bal kişand ser ku revandina zarokan li ser destê milîsên terrorist, binpêkirineke eşkere ye ji yasayên navdewletî û yasaya parastina zarokan re.
Tê zanîn ku di herdû rojên derbasbûyî de, milîsên PYD yên terorîst li taxa Şêx Meqsûd ya bi ser bajarê Helebê ve, bi armanca leşkerkirinê du zarok revandin.
Hin malperên xwecihî anîne ziman ku van milîsan zarokek bi navê Ehmed Heysem Cafo yê jidayikbûyê 2008an, piştî derketina wî ji dibistanê, û Mihemed Zekeriya Hebeş yê ku di sala 2005an de ji dayik bûye û take-zarokê malbeta xwe ye revandine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî