Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilbasit Ebdilletîf, berdewamiya binpêkirinên ku milîsên PYDe yê terorîst dermafê sivîlên bêguneh li deverên di bin kontirola xwe de pêk tîne, şermezar kir, her weha rabûna wan milîsan bi girtina zêdetir ji 50 ciwanî li bajarê Minbicê li gundewarê rojavayê Helebê bi armanca leşkeriya neçar şermezar kir.
Û Ebdilletîf di daxwiyaniyin taybet de got ku berdewamiya siyaseta girtinê bo leşkerkirina kotekî li ser destê milîsênPYDe yê terorîst, tekez dike ku ew milîs xwe dispêrin ser stratîjiyeke leşkerî ya mîna rêbaza rijêma Esed.
Û Ebdilletîf cextî li ser pêwîstiya ku saziyên mafnasî guh bidin tiştê ku milîsên PYDe li deverên di bin kontirola wê de ji girtin û leşkerkirina neçar pê radibe kir, û ku tiştê li wir pêk tê paşguh nekin, û bal kişand ser berdewamiya van binpêkirinan, ewlehî û aştiya komelgehî li wan deveran dixe bin gefê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî