Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulhekîm Beşar dibîne ko Miletê Sûrî tûşî dijminkariyeke tund ji hêla Rêjîma Esed, Daiş û milîtanên Partiya Yekîtiya Dîmuqrate PYD dibe, ko hemû cûreyên tundî û tiroristiyê di derheqê wî de bikar tînin.
Beşar got: “hemû pêzanîn destnîşan dikin ko Rêjîma Esed roleke giring di damezirandina Daiş de heye û peywendiyên abûrî yên berfireh wan bi hev ve girêdide, û roleke mezin ya rêjîmê di livandinên Daiş de heye, çimkî ew yek ji dameziranerên wê ye, û bandora rêjîmê li gelek hêlên wê heye,” Beşar diyar kir ko rêkxistina Daiş bi kirdeyên xwe yên tiroristî yên kirêt gelek tiştan amanc dike, yek jê ko ziyanê bigihîne Islama dirist û rûyê wê li cîhanê kirêt bike, hem ziyanê bigihîne Şoreşa Sûriyê û şêweyê wê li cîhanê têk bide, û bizavê dike da bide diyarkirin ko rewşa Sûriyê cengek di navbera DAIŞ û Rêjîma Esed de ye.
Cîgirê Serokê Hevbendiyê tekez kir ko Partiya Yekîtiya Dîmuqratî û milîtanên wê, ji çêkirina Îranê ne, Îran ew xistine xizmeta Rêjîma Esed ji bo çend amancan misoger bike ji wan:
Nehiştina beşdariya Kurdan di Şoreşa Sûriyê de ligel hemû pêkhatiyên din. Evê Partiyê ji bo van tiştan pêk bîne hemû cûreyên zordariyê di derheqê Kurdan de pêk anine, çi girtin, revandin, kuştin û kuştarên komel ew jî ji bo rêjîmê li herêmên qelsbûna wê biparêze û şer ji dêvla rêjîmê bike, û nakokiyê di navbera Kurd û Ereban de çêbike, çimkî şer bibal herêmên Erebî ve dibe, wek şerê firokxana Minig yê berê û nuha li Minbic, ko niştecihên wê yên Erebên Sûrî di bin dorpêçê û zordarî û kuştin û koçkirinê de ne, her wiha ji bo şerekî Kurdî Erebî çêke û navê Kurdan di nav birayên wan yên Ereb de xirab bike û ziyanê bigehîne kêşeya wan.
Beşar got: “rast e ko endam û Şervanên vê rêkxistinê Kurd in anko laşê wê Kurdî ye lê serê wê Îranî ye, Îran kontrola birêveberiya vê Partiyê dike, û wek ko ew dixwaze bikar tîne û bi tekûzî wê ji bo Rêjîma Esed disixurîne. ”
Beşar got şerê li himber vê dijminkariya sêalî, Rêjîma Esed, Rêkxistina Daişa tirorist û Partiya Yekîtiya Dîmuqrat, karûbarekî niştimanî yê pîroz e gerek hemû Sûrî bi hemû pêkhatiyên xwe ve ji Ereb, Kurd, Tirkuman, Siryan û Aşûrî û yên din bikin, û ji plan û lîstikên li dijî Şoreşa Sûriyê pêk tên haydar bin.
Jêder: Hevbendî