Sekreterê desteya siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ebdulbasît Ebdulletîf, tekez kir ko milîsên PYDê yên terorîst berdewam in di kiryarên xwe yên zordarî û sitemkarî de li navçeyên rojhilatê Firatê yên di bin kontirola wê de û tawanan li dijî sivîlan pêk tînin û ta bi debara jiyana rojane jî asteng dike, mîna kiryarên ku rejîma Esed ji berî 50 salî de dike.
Ebdulletîf diyar kir ku danûstandinên veşartî di navbera milîsên PYDê yên terorîst û rêjîma Esed de eşkere û zelal bûne, û xwediyên zeviyên çandiniyê û xelkê deverê ev yek nas kirine, ji ber ku sedema nirxê erzan ê kirîna genimê îsal ji aliyê milîsên PYDê ve ew e ku bihêlin cotkar berhemên xwe bifroşin rejîmê.
Ebdulletîf bal kişand ser wê yekê ku girtina milîsên PYDê ji beşdarên xwepêşandanên li dijî “nirxê erzan ê genim” re, tekez dike ku ew kiryarin stemkarî ne, û nayên qebûlkirin piştî qurbaniyên mezin ên gelê Sûriyê ji 13 salan zêdetir de.
Ebdulletîf bang li aliyên ku piştgiriyê didin van milîsan kir ku dest ji piştgiriya wan berdin, fişarê li wan bikin da ku kiryarên xwe yên terorîstî rawestînin, girtiyan yekser serbest berdin û nirxê genim li gorî buhayên bazarê bilind bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî