Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilbaset Ebdulletîf, tekez kir ku rijêma Esed bi saya kargehên Kaptagonê bûye mezintirîn keysbazê deverê, û dewlet bi milyarên dolaran jê re pêşkêş dikin bi hêviya ku dest ji vê bazirganiya wêranker dermafê gel û dewletên deverê berde.
Û Ebdulletîf di daxwiyaniyên taybet de got ku rijêma Esed ya ku ji sala 2011an ve Sûriya û gelê wê wêran dike, pirojeya xwe ya wêranker li ser asta tevaya deverê berfereh kiriye, û amaje bi wê yekê kir ku dewletên deverê dest bi hestê metirsiya rasteqîn ya ku ji aliyê Sûriyê ve tê kirine, û berhemên rijêmê yên hişbir bûne cihê diltengiya navdewletî.
Û Ebdulletîf bal kişand ser wê yekê ku eger Şahneşîna Urdunê hest bi metirsiya nêzîk nekiriba, dê firokeyên wê êrişî cihên berhemdana Captagon li deverên di bin kontrola rijêma Esed de li gundewarê rojhilatî Siwêdayê li ser sînorê Urdunê û gundewarê Deraayê nekiribana.
Û daxwaza sizayên tund ji aliyê dewletên biyanî li dijî rijêmê û redkirina çi hewlekê ji bo sivikkirina sizayên li ser rijêmê kir, heta ku pêşketinek di proseya siyasî de çêbibe, ya ku di encamê de veguhestina siyasî li welat pêk were li gorî daxwiyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254.
Tê zanîn ku di heyva bûrî de Yekîtiya Ewropî siza li ser du pismamên serokê rijêmê Beşar Esed bi tawana qaçaxiya Captagonê sepandibûn, û dît ku bazirganiya keresteyên hişbir weke “çavkaniya sereke ya dahata rijêmê ye, û ev ceza dê bi bilokkirna diravên wan û qedexekirina dana vîzeyan ji bo Samir Kemal Esed û Wasîm Esed bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî