Şandeke Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro, li Parîsê, hevdîtinek li gel nûnera Fransî Brîgît Cormî û tîma taybet bi dosyaya Sûriyê di Wezareta Derve ya Fransayê de li dar xist, û behsa pêşhatên siyasî yên girêdayî dosyeya Sûriyê kirin.
Şandeyê Hevbendiya Niştimanî ji Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, û herdu cîgirên Serokê Hevbendiyê Ebdulehed Istêfo û Rûba Hebûş, endamên Desteya Siyasî Mihemed Nezîr Hekîm û Zuhêr Mihemed û nûnerê Hevbendiyê li Parîsê Nûreddîn Lebbad pêk dihat.
Û Elmislit helwesta Fransa û ya dewletên Yekîtiya Ewropî di warê redkirina her asayîkirineke têkliyan bi rijêma tawankar re de bilind nirxand, û amaje bi wê yekê kir ku Esed pirosesa siyasî asteng dike, û pabendî bi beşekî tenê jî jê nekiriye, û xwe spartiye ser paşxistinê da ku di rêbaza xwe ya leşkerî de berdewam bike.
Û Şandeyê Hevbendiyê handan kir li ser pêwîstiya berdewamiya redkirina Ewropî ji nûavakirinê û asayîkirina têkliyan bi rijêma Esed re herweha ji rakirina sizayan ji ser rijêmê re, eger veguhestineke siyasî ya berfereh li welat pêk neyê, û pesnê helwesta Fransa di piştgiriya daxwazên gelê Sûriyê de da.
Û tîma Fransî ji aliyê xwe ve tekez kir ku ew red dike çi asayîkirina têkliyan bi rijêma Esed re çêbibe, berî ku pêşketinek ber bi çareseriyeke siyasî ve li gor biryara navdewletî 2254 û daxwiyaniyên navdewletî yên pêwendîdar peyda bibe.
Û şanda Hevbendiyê ji Fransayê xwest ku piştgiriya tevgereke navdewletî bike ji bo ku tawankarên cengê li Sûriyê û di pêşî de Beşar Esed siza bibin, û Fransa li ser helwesta xwe ya piştevaniya gelê Sûriyê û hêzên wî yên siyasî bimîne, ji bo bidawîkirina tirajîdiya Sûriyê ya ji berî zêdetirî 12 salan de berdewam e, ji ber tawankariya rijêma Esed û hevalbendên wê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî