Cîgira serokê desteya bala ya danûstandinan Henadî Ebû Ereb, tekez kir ko nûnerîtiya jinan di şanda danûstandinan de ya opozisyona Sûrî bo Cinêvê baş e, û diyar kir ko bêtir ji 20 jinan bi kartêkerî di kongirê Riyadê de yê dawî û gera danûstandinan ya nuha de beşdar bûne.
Ev gotin di civîna xwe ya di pirogramê televizyonî yê girtî de bi çend jinan re li bakurê Sûriyê got ku gotûbêj li ser beşdariya jinaên Sûrî di operasiyona siyasî ya danûstandinê de hat kirin, û gelo ev rêje bes e li gora peymana Sîdaw, her weha nerîna civaka navdewletî û ya xwecihî bi kartêkeriya jinê di operasiyona danûstandinê de û bandora wê di pêşdebirina operasiyona danûstandinan de gengeşe kirin.
Her weha Ebû Ereb tekez kir ko rêjeya nûnerîtiyê ne di asta xwastî de bû, lê giştî û bes bû û got: em herdem sûr in li ser rêjeya jinê di beşdarbûnê de ko ne kêmî 30% be, di hemû kongir û çalakiyên navdewletî de û em hêvîdar in ku rêje bigihêje 50%.
Di dawiya civînê de hat lihevkirin li ser firehkirina bingeha danûstandina jinan û civîneke berfireh ko tevaya kombenda jinên Sûrî yên bakur tê de beşdar bibin.
Her weha cîgira serok rûniştinek li herêma Elreyhaniyê li başûrê Tirkiyê digel çend serpereştên nûnerên hêzên şoreşê û yên tevgera leşkerî lidar xist, axaftin li ser encamên kongirê Riyad yê dawî û daxuyaniya dûmahiyê hate kirin, hem jî tiştê gihanê li danûstandinên gera dawî ya Cinêvê.
Ebû Ereb diyar kir ko hevdîtin erênî û kartêker bû, û diyar kir ko nûnerên hêzên şoreşê û tevgera leşkerî çend pêşinyar ji bo desteya danûstandinan pêşkêş kirin, tako wan di gera danûstandinan de gengeşe bikin.
Ebû Ereb di hevdîtinê de got ku şanda danûstandinan bi pirinsîbên şoreşa Sûrî di danûstandinan û operasiyona siyasî de pabend e, hem jî bi lêvegera danûstandinan ya Cinêva 1 û biryarên navdewletî yên bi mijara Sûrî ve têkildar in û ya giring 2118 û ya 2254ê.
Îro sêşembê dê gera danûstandinan temam bibe, şanda danûstandinan dê digel tîma şandyarê navdewletî yê bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora re li hindirê bargeha Netewên Yekgirtî li bajarê Cinêv ya Siwêsrî bicive, tako operasiyona veguhastina siyasî û mijarên din gengeşe bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî