Serokê Desthilata Sûrî Ya Demikî, Cewad Ebû Heteb, diyar kir ku karwanên alîkariyan bi balafiran hatine bombebarankirin, û ev bûye karekî normal yê Rûsiya û Rêjîmê, yên ku di îsal tenê de 52 xalên pizîşkî yên xizmeta tenduristî ji sivîlan re pêşkêş dikirin armanc kirine.
Û di daxuyaniyeke taybet de îro, Ebû Heteb amaje kir ku Rûsiya û rêjîmê şêweyê ruxandina jêrxaneyan wek rêbaz ji xwe re bikar tînin, ji bo neçarkirina xelkê li ser koçbûna neçarî û çêkirina guhertina demografî. Û bal kişand ser ku mebest ji armanckirina alîkariyên ku Heyva Sor anîbûn ew e, nema bihêlin ti karwanên hawarçûnê yên din derbas bibin.
Û serokê Hikûmeta Sûrî Ya Demikî, ya ku li ser xaka azadkirî ji Sûriyê kar dike got ku rawestandina bombebaranê û vekirina dorpêçê û gihandina alîkariyan û serbestberdana girtiyan, ne şert û mercên pêşxext in, lê ew bi tenê hin gavin ji bo xweşkirina rê ji pêkanîna danûstandinên ku di encama wan de çareseriya siyasî li gor biryarên navdewletî pêk bê.
Û weha jî got:”em tekez dikin ku balafirên Rûsî û yên ew çeteyên li şamê, wan karwanên alîkariyan armanc kirine, û nîşanên li ser vî tiştî bi parçevîdyoyên tomarkirî di heman dema bombebaranê de, û nîşanên coreyê çekên Rûsî yên hatine bikaranîn di wan êrîşanên terorîstî de, li rex Artêşa Azad hene.
û axaftina weha berdewam kir:”me li Seraqib dît çawa dagîrkerên Rûsî bombebaranê dike û Napalma Şewatkar ya qedexe li ser asta navdewletî bikar tîne, û em wek Hikûmet, nevendên me yên xizmetguzaruyê û zankoyên me hatine bombebarankirin, û di encamê de hejmarek ji xwendekarên me şaehîd ketine”.
Û Ebû Heteb tekez kir ku rêjîmê û hevalbendên xwe, hemî coreyên kuştinê bi dirêjahiya 5 sal û nîvan bikar anîne, û Rêjîm di rûyê hemî biryarên nêvdewletî bi şêweyek beloq radiwestiya, ji ber ku civaka navdewletî nikarîbû wî siza bike.
Jêder: Hevbendî