Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Dr. Cewad Ebû Heteb, doz li Sazkarên Sûrî kir da piştgiriya pirojeyên fêrkirinê li Herêmên rizgarkirî bikin, bi taybetî kolîca Bijîşkî ya Zankoya Helebê ko ew bi xwe rêveberê wê ye. Ev gotin îro di civîna Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî de kir.
Ebû Heteb got: pêdiviya civakê bi derçûn û amadekirina kadirên Bijîşkî pir heye, bi taybetî di evê dema koçberiya Bijîşkan ji aliyekî ve, û şehîdbûn û girtina gelekan ji aliyê rêjîma Esed ve.
Dr. Ebû Heteb li ser karê Kolîca Bijîşkiyê û Peymangeha Teknîka Bijîşkî û her pênc Şaxên wê li Deraa, Xûta Şamê û Hums, Idlib û Helebê , bêtir got ko Kolîca Bijîşkî evê salê pêşwaziya 200 xwendekarî kir, tevî gelek xwendekarên Kolîc û peymangehên din.
Jêder: Hevbendî