Li seranserî bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê, weke pabendiyekê bi biryara emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûrî ENKS, Newrozeke awarte dûrî aheng û dîmenên kêfê, di ser welatiyan re derbas bû, ji ber metirsiya teqînên xwekujî. bi tenê welatî bi şêweyekî malbatî û dûrî kombûnên mezin, bi rengê seyranan derketin çolan .
Buhar Mir′î, çalakvana ji devera Girkê legê, ji malpera me re diyar kir ku ahengên Newrozê li devera wan li dar neketin, û welatî bi şêweyekî teka-teka ber bi gund û çolan ve derketin.
li ser rewşa Newrozê li seranserî parêzgeha Hesekê, Mihemed Ismaîl endamê emîndariya giştî ya ENKS, ji mere ragihand ku piraniya welatiyên deverê pabendî bi biryara ENKSê kirin, û tu aheng li dar nexistin û Newroza xwe durî dîmenên şahiyê derbas kirin.
Ismaîl berdewam kir û got” biryara ENKS hat ji ber metirsiya teqînên xwekujî, û ENKS di metrisiyê de bû ku komkujiya êvara Newroza Hesekê sala 2015 dubare bibe, cimkî gelê kurd di wê bûyerê de qurbaniyên mezin danîn” .
Her wiha Isma′îl cejna Newrozê li gelê kurd û yê Sûrî pîroz kir, û bi hêvî bû ku Newroza tê şer li Sûriyê bi dawî hatibe û tevaya Sûriyan mafê xwe wergirtibin.
Jêder: Hevbendî