Serokê Hikumeta demkî Cewad Ebû Heteb diyar kir ku êrîşên Rijêmê li ser bajarê Xan Şêxûn êrîşên wêrankirina giştgîr bûn, û têde gazên jehrê wek kilor û sarîn hatin bikaranîn
Ebû Heteb daxwaz ji dezgehên ragihandinê kir ku ligel wî biçin cihê rûdanê, ji bo dîtin û romalîna tawanên Rijêmê û hevalbendên wê, û herwiha ji bo dîtina termên şehîdan tevî termên jin û zarokan û pêkanîna hevdîtinan ligel birîndaran û dîtina rewşa wan.
Ebû Heteb bal kişand ku hin nimûne ji paşmayên cihê tawanê ji aliyê tîmên hikûmeta demkî hatine birin, ji bo pişkinîna wan û tekezkirina coreyê wan gazên hatine bikaranîn di encamdana tawanê de.
Ebû Heteb da xuyakirin ku zêdetir ji 100 şehîd û 400 birîndarî ketine, û rewşa nexweşiya 90 birîndarî ji wan dijwar e.
Serokê hikûmeta demkî bang li NY û li Komkara Erebî û dewletên dost kir ji bo li hember tawankaran derkevin û wan dadgeh bikin, û sivîlan ji tawanên terorîstî yên rojane dibin di derheqê sivîlan de her ji sala 2011an ve biparêzin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî