Serokê Hikûmeta demkî Cewad Ebû Heteb, diyar kir ku karê hikûmetê wê cêbicêkirin û xizmetguzariya gelê Sûriyê li navçeyên rizgarkirî be, û got: “wê ne hikûmetek partîbûnê yan jî siyasî be, û wê bêalî û ji bo hemû xelkê Sûriyê re û ji hemû xwediyên karînan re be”.
Herwiha serokwezîrê nû di kongirekî rojnamevanî di dawiya civîna parêzgeha Idlibê de, digel çend kesayetiyên siyasî û nûnerên encûmenên xwecihî yên parêzgehên Heleb û Idlib û Hemayê, bal kişand ku di civînê de mîkanizma pêkanîna hikûmeta nû, û pîvanên bijartina wezîran, û tevî rola hêzên opozisyonê di pêşkêşkirina asankariyan de li pêş karê hikûmetê hat gengeşekirin.
Ebû heteb tekez kir ku hikûmeta wî ne ji bona serokatiya xelkê Sûriyê bike ye, lê belê ji bona xizmetkarî û dabînkirina pêdawîstan û gihandina dengê wan, û vegerandina karê damudezgehan ne, hevdem bal kişand ku xizmetkirina xelkê, ne girêdayî vekirina siyasî ye, armanca hikûmetê parastina civaka Sûrî ji têkçûnê ye, çi ji aliyê xwendina seratayî be yan jî bi berdewamkirina xwendina bilind ji bona berhevkirina kadiroyên pêwîst ji bona dubare avakirina Sûriyê be.
Serokê hikûmetê yê niha li ser xaka Sûriyê dijî, diyar kir ku dirustkirina hikûmetê wê ji hindur welat destpê bike, û ji damudezgehên kara û bi bandor, û herwiha wê kar ji bona berferhkirina bazinê xizmetgozariyê û çarçovkirin û arastekirina wê ber bi karê dezgehî ve.
Herwiha bal kişand ku wê di pêşiyê de û bi hevkariya hin dezgehên bi bandor, bi nûjenkirina dezgehên saxlemî û xwendinê bi aweyekî baş rabin, û tevî piştgiriya encûmenên xwecihî ku karibin bi başî cihê xwe li ser zemînê bigirin.
Herwiha Ebû Heteb got ku : “emê hewl bidin ku daraya xwe, bi xwe dabîn bikin, bi şiyan û karînên xwe, dibe ku dahatî di pêşiyê de hindek bin, lê bawer bikin dema ku dezgeh li ser bingehin diyar û bi zelalî kar bikin, wê pere werin bê ku em bixwazin, armanca me ewe ku serxwebûnek me ya darayî çêbibe, eger piştgirî bidest nekeve jî, emê berdewam bin, ji ber ku gelê Sûriyê dikare jêderin baş ji qûtê xwe re peyda bike”.
Ebû Heteb hişyarî da ku hêjî firokên esed di pêkanîna kuştaran de berdewam in, û tekezî kir û got” em ji birayên xwe yên şervan natirsin, ew hevparên me yên li ser zemînê ne û ew hevparên rasteqîn in ji ber ku xwîna xwe ji bo welat dibexşînin, û xemxwarên dabînkirina pêdawîstiyê xelkê ne, û ez bawerim ku ewê baştirîn alîkarên karê hikûmetê bin”.
Hêjayê gotinê ye ku desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, di civîna xwe ya awarte de di 16’ê gulanê de, Dr.Cewad Abû Heteb bi pêkanîna hikûmetek nû erkdar kiribû, ji bona rêvebirina navçeyên rizgarkirî û pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo xelkên wan navçeyan.
Jêder: Hevbendî+Rojnameya El’ehid