Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elevde daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir ko jiyana Sivîlan li Dêra Zorê wek herêmên din yên Sûriyê biparêze. Tekez kir ko niştecihên parêzgeha Dêra Zorê ketiye bin Stemeke duqat hem ji aliyê Rêjîma Esed û hem ji aliyê Rêkxistina Daişê.
Elebde di hevdîtina îro şemiyê digel nûnerên pêşxeriya hevdîtina şêwirdariyê ya parêzgeha Dêra Zorê ko wê di 25 meha nuha de li bajarê Entabê çê bibe , civîngeran amadekariyên sawî yê hevdîtinê gotûbêj kirin, her wiha amancên pêşxeriyê diyar kirin û hem pabendiya wê bi amancên Şoreşa Sûriyê da wan misoger bike.
Elebde diyar kir rakirina derdkêşana sivîlan li hemû parêzgehan û ji nav wan jî niştecihên Dêra Zorê dê pêşindeyên hevdîtinên Hevbendiyê yên dahatî bin û bi taybetî civîna pêşberî Komela Giştî ya Netewên Yekbûyî duşemba dahatî.
Bajarê Dêra Zorê di rojên cejna qurbanê de rojine xwînî dîtin bi encama bombebarana Rêjîma Esed û Rûsya li ser Gundewarê bajêr û ji aliyê dî ve bombebarana Daişê li ser taxên ko ew dorpêç kirine, hem jî Rêkxistina tundrew 17 xort ji bajarokê Eltibnî bi awayekî hovane kuştin.
Hevdîtin dê bizavê bike li gora kesên ew birêve bibin dê karînên heyî li Dêra Zorê ewan geş bike û hem berjewendî û mafê kesên wê biparêze da ewê bêserûberiya heyî li parêzgehê têk bibe û bi taybetî piştî ko rêkxistina Daiş herêmên ko Artşa azad ew rizgarkiribûn, kontrol kirine û tawankariyan ew û Rêjîm di derheqê niştecihên parêzgehê de bikar tînin.
Hevdîtin bi hêvî ye ko bibe sîwanek û hemû aliyên civak û şoreşê têkevin bin û bibe sîsika kar û şiyana berdewam ko xelkên parêzgehê ewê bi xwe avedan bikin.
Jêder: Hevbendî