Li ser bangêşta nûnerayetiya ENKSê li Ewropa ji bo şermezarkirina kiryarên çekdarên PYDê, yên girtin û revandina serkirde û kadiroyên ENKSê, û herwiha ji bo piştgiriya girava birçîbûnê ya encûmenên xwecihî li welat û nemaze girava encûmena xwecihî ya taxa Rojhilatî Qamişlo ya ku îro dikeve di roja xwe ya heftan de, bê ku bersivek erênî hebe li ser daxwazên wan yên serbestberdana girtiyan.
Roja yekşemê 18/9/2016 an, bi dehan ji revanda kurdî derketin xwepêşandanekê li meydana rawestgeha tirinê li bajarê Dortmondê, û têde wêneyên girtiyên siyasî yên di girtîgehên PYDê de bilind kirin.
Di xwepêşandana Dortmonê de, çend vegotin hatin pêşkêşkirin û di serî de peyva Rêzan Şêxmûs serokê nûnerayetiya ENKSê li Ewropa. Di gotara xwe de siyasetên PYDê yên li dijî ENKSê û kiryarên revandin û girtinê û sirgûnkirina serokê wê Ibrahîm Biro şermezar kirin, û got ku PYDê dijayetiya pirojeyê netewî kurdî dike, û ew dijayetî di çend xalên serekî de diyar dibin, yek ji wan dijayetiya Ala kurdistanê, û rêgirtina li pêş derbasbûna pêşmerge, û dijminatiya serok Mesûd Barzanî û pirojeyê wî yê dewleta netewî.
Herwiha hin peyv bi zimanê kurdî û Erebî û Almanî hatin pêşkêşkirin, yek ji wan gotara Dilbirîn Resûl birayê girtiyê siyasî Bextiyar Resûl, û peyva Leyla Xan hevjîna serkirdeyê girtî Neşat Zaza, û peyva nivîskarê serbixwe Siyamend Îbrahîm, yê ku ev diyardeya girtinê salix da ku ew wek doxa girtinê ya serkirdeyên Partî ye, dema Osman Sebrî û Nûredîn Zaza di salên şêstan de li ser destê rêjîma Sûriyê hatin binçavkirin. Û got ku girtina siyasî yek e, çi li ser destê rêjîmê an çi aliyê dî be.
Û di daxuyaniyek taybet de berêz Rêzan Şêxmûs got ku pilanek me li ser asta Ewropa heye, ji bo şermezarkirina kiryarên PYDê, û got emê berdewam bimînin di xwepêşandanên xwe de li gelek bajaran, û yek ji wan Berlîn e, ji bo piştgiriya girava birçîbûnê û piştgiriya azadiya girtiyan.
Jêder: Hevbendî