Hêzên siyasî û leşkerî yên Şoreşa Sûriyê, redkirina xwe ji berdewamiya hewlên Rêjîmê re yên koçkirina kotekî ji Niştecihên taxa Elwe’ir li Humsê û yên Elmuedemiyê û Medaya li gundewarê Şamê ragihandin. Hem hişyarî dan Netewên Yekbûyî ji bo çavdêriya çi peymanê wek ya li Dareya çê bû neke.
Di daxuyaniyeke hevbeş de, di nav Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê û Alayên Leşkerî de, hemûyan tekez kirin ko herêmên rizgarkirî ji miletê Sûrî re hêla sor in, û nayê pejirandin ko agirbestê an operasiyona siyasî ji bo parkirina wê bikar bînin.
Hêzên Şoreşê dibînin eger çi kesî ji taxa Elwe’ir an ji çi herêmeke dorpêçkirî li Sûriyê derxînin, an operasiyonên fişar û tirora leşkerî an ya derûnî ji bo derêxistina xelkê ji evan herêman pêk bînib, wê demê Rêjîm pabendiya xwe bi agirbestê bidawî dike, wisa jî hemû Alayên Şoreşger dê ji mafê wan yê rewa be ko şerê Rêjîmê bikin û dijî êrîşan li ber xwe bidin.
Opozisyona Sûrî bi herdu parçeyên xwe ve, yê siyasî û yê leşkerî ragihandin ko eger civaka navdewletî di çarenedîtina xwe ya parastina sivîlan û rakirina dorpêçê ji ser herêmên dorpêçkirî piştî têkçûna agirbestê berdewam be, ew ê careke din li ser mijara operasiyona siyasî bi tevaya wê rawestin.
Yên ko li ser daxuyaniyê imze kirine, daxwaz ji dewletên piştgirên Sûriyê kirin ko herêmên dorpêçkirî bikin herêmên parastî, amanckirina wan ya leşkerî û dorpêça mirovî ji wan re qedexe bibe, li gora yasaya navdewletî û biryarên Netewên Yekbûyî yên dewlet hemû pê pabend in. Hem hişyarî dan Netewên Yekbûyî derbarê çavdêrî û cîbicîkirina wek evan peymanên dijî yasaya navdewletî.
Opozisyona Sûriyê di daxuya xwe de ya ko doh belav bû got: “siyaseta koçkirina mezhebî li cem Rêjîmê û hevalbendên wê bûye siyaseteke rêbazkirî, ku li ser pirinsîba birçîkirin û sernizmkirinê hatiye avakirin”, û destnîşan kir ko ”ev siyaset li çardeh herêmên dorpêçkirî pêk hatiye, û xelkên wan mecbûr teslîm bûn, û li hindek herêman dest ji malên xwe berdan, ko ev bi siyasetin neyasayî ve girêdayî ne, û wek tawankariyên cengê di derbarê sivîlan de bikar tên, mîna birçîkirina komelî û bombebarana bi çekên bêserûber wek bermîlên teqîner û yên din ko qedexe ne li ser asta navdewletî, û çekên kîmawî û goşeyî û fisforî û napalm û kilor jî bikar anîne.”
Jêder: Hevbendî