Îro desteya bilind ya danustandinan û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê çarçoveya cêbicêkirina çareseriya siyasî di kongirekî de ku ji aliyê Erebistana Si’ûdî hatibû rêxistin û bi amadebûna serokên dewletên dostên gelê Sûriyê, li Niyoyorkê, li ser perawîza lidarxistina 71’emîn xula komeleya giştî ya Netewên Yekgirtî, li baregeha NY pêşkêş kir.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Ele’bide, yê niha li Niyoyorkê ye ji bo beşdarbûna kongir, got ku opozisyona Sûriyê ligel rêxistina navdewletî kar dike, ji bona dîtina çareseriyekê ji Sûriyê re, ku têde êş û azarên milet bêne bidawîkirin, û pêkanîna dewleta dadwerî û rûmetê bê dabînkirin, di dema ku rêjîm bi xistina astengiyan li pêş hemû bizavên navdewletî, bi armanca bidestxistina desthilatê radibe.
Herwiha îro, serokê Hevbendiyê Enes Ele’bide û rêxerê giştî yê desteya bilind ya danustandinan Riyad Hicab ligel berpirsa siyasetên karubarê derve ya Yekîtiya Ewropî Firêdrîka Mogrînî re kom bibûn, û wê piştgiriya Yekîtiya Ewropî ji lênêrîna desteya bilind ya danustandinan re ya li Londonê tekez kir, û herwiha nîgeraniya xwe li hember têkçûna rewşa mirovî li Sûriyê nîşan da.
Hicab li ser giringiya rawestandina kiryarên koçbarkirin û guhertina demografîk ya ji aliyê rêjîmê û hevalbendên wê dibe tekez kir, û herwiha bal kişand ku “cihê Beşar nîne her ji destpêka qonaxa veguhêz de, û desteya danustandinan heta niha çi pêzanîn nînin li ser wirdekariyên rêkeftina Rûsiya û Amerîka”.
Jêder: Hevbendî