Bi çavdêriya Erebistana Si’ûdî û dewletên dostên gelê Sûriyê, civînek navdewletî li ser perawîza 71’hemîn xula komeleya giştî ya NY li Niyoyorkê bi beşdariya heryek ji Enes Ele’bide serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê û Riyad Hicab rêxerê giştî yê desteya bilind ya danustandinan, ji bo gengeşekirina paşeroja Sûriyê hat lidarxistin.
Û têde duhî êvarî şanda opozisyona Sûriyê ligel Mîrê Qeterê kom bû, behsa siyasetên koçberkirina neçarî yên rêjîm li dijî xelkê navçeyên dorpêçkirî bikar tîne kirin.
Mîrê Qeterê ji aliyê xwe ve piştgiriya welatê xwe ji şoreş û bijaredeyên xelkê Sûriyê re ji bo destxistina azadî û rûmeta xwe tekez kir, herwiha tekezî li ser giringiya danîna mîkanizman ji bo sizakirina binpêkerên agirbestê kirin, û kiryarên rêjîmê yên terorîstî û cêbicênekirina çareseriyên navdewletî şermezar kirin, ku dibe ew çareserî bibin fakter ji bo sivikirina tundutîjiyê li Sûriyê.
Hicab bal kişand ku desteya bilind biryarek stratîjîk standiye, û têde pêvajoya veguhestina siyasî bi riya danustandinan bi çavdêriya NY helbijartiye, ji ber ku têdighêje ku pêwîstiya dîtina çareseriyekê bi peydakirina seqayekî guncayî heye, ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê ligor biryarên navdewletî yên taybetî û bi taybetî rakirina dorpêçkirinê ji ser bajaran û gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê dorpêçkirî û rawestandina bombebarankirinê û dabînkirina derwazan, û paşê dest bi piroseya veguhestina siyasî bête rojevê.
Jêder: Hevbendî