Hevbendiya Niştimanî Sûrî doh bi şev serkeftina Berbijêr Ehmed Tu’ima (duyem car) di hilbijartinên ko Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ji bo Serokatiya Desthilata Demkî ragihand
Ehmed Tu’ima 63 deng beraber yek deng ji berbijarê din re Yasîn Elnecar ji tevaya dengan ko hejmara wan 65 deng bûn anîn.
Lîsteya Berbijêran yên ji bo serokatiya Desthilatê xwe dane pêş û ji 50 bû navî 13 ji wan hatin bijartin. Ew jî ev in, Serokê Desthilata birêvebirina kar Ehmed Tu’ima, û cîgirê wî Iyad Qudsî, û Serokê Desthilatê yê berê Xesan Hîto, û Mihemed Yasîn Necar, û Welîd Elzu’ibî, û Mihemed Rehal, û Sefaa Zerzûr, û Lemya Nehas, û Elî Bedran, û Sîba Hekîm, û Ebdulrehman Didim, û Ebdo Husameddîn, û Hanî Xebaz.
Hilbijartinên dawî di navbera sê berbijêran de çê bûn, ew Ehmed Tu’ima û Elî Bedran û Yasîn Necar. Desteya Giştî li Istanbolê heta derengî şevê civînên xwe bidawî kirin, piştî ko Endamên wê peywendiya yasayî û rêkxistinî di navbera Hevbendiya Niştimanî û Desthilata Demkî de ya ko ew li bajarên Sûriyê destê wê yê cibicîkirinê ye, hem jî helwesta Hevpeymana Navdewletî û lênedana Esed û çeteyên wî yên tirorist gotûbêj kirin.
Jêder: Hevbendî