Xalid Elsalih Serokê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Hevrikiya Sûriyê ji Hevpeymana Navnetewî xwest ko “derbekê li Rêjîma Esed bide”
Berdewam kir “Çimkî tirora dewletê ya ko Rêjîma Esed di dermafê sivîlan de dike di çaxê ko xelk bi oprasiyonên li ser Daiş daketine, yên Esed ji yên wê nekêmtir in.”
Salih hişyarî da “ji berdewamiya çavgirtinê ji kuştarên ko Esed li pêş dîtin û bihîstina cihanê dike.”
Daxwaza Salih hat piştî ” Kuştara ko hêzên Esed doh bi şev li bajarê Erbîn li Gundewarê Şamê bi du êrîşên asmanî kir, ya ko qurbaniyên wê 10 Şehîd û 50 Birîndar bûn. Ligel ko di heman çax de Çekên asmanî yên Rêjîmê malên sivîlan li bajarokê Eyn Terma li Gundewarê Şamê amanc kirin, di encamê de 11 sivîl şehîd ketin û bi dehan birîndar bûn . ”