Seroka Desteya Niştimanî ya Girtî û Wendayan, Salwa Aksoy, tekez kir ku Desteyê gelek caran daxwaza tevgereke yekser ji saziyên navdewletî kiriye, ji bo rizgarkirina girtiyan û eşkerekirina çarenûsa windayên kotekî yên di binê zindanên rijîma Esed de, yên ku bi tevayî tûşî hemû coreyên işkence û riswakirinê yên ku rijîma Esed têde pispor e dibin.
Û Eksoy bal kişand ser ku Desteyê nîşan û delîlên bêguman derbarê tawan û binpêkirinên ku girtiyên di zindanên rijêma Esed de tûşî wan dibin, ên ku bi tevayî tawanên cengê yên berfireh in, pêşkêş kirine.
Û di vê derbarê de çalakvana Sûrî “Diyana Husên Yûnis” di hevpeyvîneke taybet de li gel rojnameya “Zeman Elwisl”, eşkere kir ku dezgehên tepeserkirinê yên rijêma Esed rehmê li kesên ku dikevin zindanên wê de nakin, tevî ku hin ji wan regeznameyên hevalbendên rijêmê jî bi wan re hene, wek nîşanekê li ser asta hovîtiya ku ev rijêm gihiştiyê di warê danûstandina bi girtiyan re.
Û wê çalakvana Sûrî behsa êş û azarên xwe yên di gelek şaxên ewlekariyê yên rijêma Esed de tûşî wan bûye, tevî ku ew hemwelatiya Rûsî ye jî, kir.
Û Aksoy got ku çalakvana Sûrî “Diyana” tenê yek ji wan bihezaran jinên ku di girtîgehên rijêma Esed de rastî hemû cureyê tundûtûjiyê hatine ye, û daxwaz ji rêxistinên mafên mirovan û saziyên civaka navdewletî Kir, ji bo beşê herî lawaz ê civakê ji terora rijêma Esed rizgar bike.
Û Diyana ya ku li ser belgekirina binpêkirinên hêzên ewlekarî yên rijêmê dijî sivîlan û awayên tepeserkirinê yên ku bi xwepêşanderan re bikar anîne, dixebitî, got ku ew sê caran hatiye girtin, û yekem girtina wê ya ji hêla hêzên ewlekarî yên rijêmê ve, tenê 24 demjimêran dom kir, û amaje bi wê yekê kir ku ew di cara duyemîn û sêyemîn de demeke dirêj di zindanên Esed de ma, berî ku berdêla dana pereyan ji efserên rijêma Esed re were serbestberdan, û ti sûde ji regeznameya Rusî nedît, û rastî cureyên îşkenceya govdeyî û derbûnî di girtîgehên şaxên ewlakariyê de hat.
Û Diyana, ya ku beriya girtina xwe wêneyên xwepêşandanên gelêrî yên ku li bajarê wê Madaya û Zabadanî li gundewarê Şamê derdiketin dikişandin, anî ziman ku wê bi çavên xwe pêkanînêna şêwazên îşkenceyê dermafê ciwanan bi rêya “Şebeh” û gelek awayên din ên işkenceyê bi armanca êşandin û serçemandina girtiyan dîtine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî