Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Hevrêzkara Desteya Niştimanî ya Sûrî ya Karûbarê Girtî û Windayan, Selwa Eksoy, tekez kir ku pabendnebûna rijêma Esed bi rêkeftinên navdewletî yên li dijî îşkencekirinê, beşek ji siyaseteke rêbazkirî ya berfireh e, ji bo tirsandina gelê Sûriyê, da ku dest ji mafên xwe berde.
Û Eksoy di hejmarek ji tiwêtên ku Desteya Niştimanî ya Sûrî a Karûbarê Girtî û Windayan belav kirine de, gotiye ku binpêkirina rijêma Esed ji rêkeftina dijatiya îşkencekirinê, û ji bilî wê jî ji awayên danûstandinê an sizayên dijwar an yên nemirovane an ên riswakirinê yên ku li gorî mersûma 39 ya sala 2004 pesend kiriye, bi şêwazeke rêbazkirî û di çarçoveyeke berfireh de tê, ku hejmara qurbaniyan sedên hezaran ji jin û mêr û zarokan derbas dike, û binpêkirinên rijêmê bi tevaya nîşanên yasayî yên pejrandî û dîdevanî û belge û parçefîlmên tirsnak, tên çespandin.
Û Eksoy got ku rêşûnên dadgehkirinê di navbera Keneda û Holendayê ji aliyekî ve, û rijêma Esed a tawankar ji aliyekî dî ve, dê ji herdû aliyên navdewletî yên doz vekirine, Keneda û Holendayê, bê xwestin ku desthilatên rijêmê vexwînin ji bo danûstandina li ser çawaniya pabendbûna bi rêkeftina dijatiya îşkenceyê.
Û bal kişand ser wê yekê ku eger danûstandin di navbera herdû dewletan û rijêma Esed e bi ser nekeve, dê Keneda û Holenda daxwaza dadgehkirina desthilatên rijêmê bikin, û eger desthilatên rijêmê bersiva van çareyan nedin, dê ev doz bo Dadgeha Dadweriyê ya Navdewletî bê veguhastin.
Û Eksoy bal kişand ser ku binpêkirina desthilatên rijêmê ji rêkeftinên navdewletî re, yên ku rijêmê li ser îmze kirine re, li rêkeftina dijatiya îşkenceyê tenê ranaweste, lêbelê wê derbasî rêkeftinên dî dibe, tevî rêkeftinên ku di warê qedexekirina çekên kîmawî de û di warê mafên zarok û jinan de îmze kirine.
Û Eksoy da zanîn ku derxistina hin yasayan ji hêla rijêma Esed ve , yên ku têde tekez dike ku ew ê pabendiyê bi bendên rêkeftinên berê bike, tenê boyxa li ser kaxezê bû, û pabendî bi madeyên destûrî û yasayên ku wan mafan diparêzin, nekir.
Û Hevrêzkara Desteya Niştimanî ya Sûrî a Karûbarê Girtî û Windayan, Selwa Eksoy, ji dewletên ku li ser rêkeftin û peymanên navdewletî yên derbarê mafên mirovan îmze kirine xwest ku gavên wek yên Kanada û Holandayê bavêjin, û ber bi dadgehkirina rijêma Esed û Beşar Esed ve wek kes herin, ji ber binpêkirina wan a eşkere ji hemû xalên van peyman û rêkeftinan re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî