Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, tekez kir ko Rêjîma Esed girtin û windakirina bi darê zorê weke çekeke sereke ya şer li gor rêbazeke hovane ya ku li ser bingeha terorîzm, kuştin û windakirina di zindanan de bikar aniye.
Di çarçoveya kampanyaya Hefteya Girtiyan de ku ji aliyê çend rêxistinên mirovî ve hatiye destpêkirin, El-Behra nekarîna civaka navdewletî di warê dîtina riyan ji bo aktîvkirina mekanîzmayên berpirsyariyê ji bo rizgarkirina girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa kesên ku bi zorê hatine windakirin rexne kir, û dît ku vê bêkarînê rê li ber rejîmê vekir û hişt ku bi dirêjiya van salên borî vê çekê bikar bîne.
El-Behra amaje bi wê yekê jî kir ku heta niha girtî di bin qamçiyên celladan de ne, li benda bicîanîna dadweriya navdewletî û berdana xwe û sizadana berpirsên binpêkirinên giran ên li dijî wan hatine kirin in.
Herwiha El-Behra tekez kir ku tawanên rêjîma Esed li dijî girtiyên Sûriyê û eşkencekirina wan di girtîgehên wê yên bi navê Qesabxaneyên Mirovan de, nîşana paşguhkirina rijêmê ji hemû qanûn, peyman û rewiştên navneteweyî yên ku hemû coreyên serederî an cezakirina hovane, nemirovane an sivkatiya li dijî girtiyan qedexe dike.
Wî bang li civaka navdewletî kir da ji bo rizgarkirina girtiyan û kesên bi darê zorê hatine windakirin bikeve tevgerê de, û got: “Divê civaka navdewletî bizane ku herî kêm zêdeyî 135 hezar girtî rojane di dojehê de dijîn, û ew li benda helwestên navdewletî yên bihêz in ku wan ji mirina di bin îşkenceyê de rizgar bikin.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî