Razgirê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilbasit Ebdilletîf, hişyariyê dide ji pêkanîna rijêma Esed ji tawanin nû re dermafê sivîlan li gel nêzîkbûna lidarketina gereka nû ya giftûgoyên Asîtanayê, û diyar kir ku sivîlên li deverên rizgarkirî ditirsin ku ev sînaryoya naskirî dubare bibe, nemaze li gel firîna balefiran di ser deverê re.
Û Ebdilletîf di daxwiyaniyeke rojnemevanî de got ku êrîşên rijêmê li ser sivîlan di dema çi hevdîtineke navdewletî ya derbarê Sûriyê de, êdî bûye tradisyon û rêbazeke naskirî û şêwazê rijêmê yê leşkerî û xwînrêjî û redkirina wê ji çi çareyê re diyar dike.
Û Ebdilletîf tekezî li ser pêwîstiya ku tevgereke navdewletî ya kartêker hebe di dosya Sûrî de ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi karûbarê Sûriyê û di pêşî de herdû biryarên 2118 û 2254 kir.
Tê zanîn ku aliyên ku tevlî prosesa Asîtanayê bûne, dê rûniştina xwe ya nû rojên çarşem û pênşemê li paytexta Kazaxistanê li dar bixin, û ew jî wek destpêşxeriyekê ji aliyê Şanderê Navnetewî bo Sûriyê Geir Pedersen ve, yê ku çend gerên diyalogê yên rêxweşkirinê berî ragihandina destnîşankirina Jivanê li dar xistin, hatibû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî