Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilmecîd Berekat, tekez kir ku rijêma Esed hîn di şêwaza xwe ya ewlekarî û leşkerî de berdewam e, û wê rêbaza xwe ya hovane ya dijî sivîlan neguhartiye, û ev yek berûvajî tiştê ku dibêje ye û nakok e bi riklamên ku dewletên piştgiya wê jê re dikin, ji bo ku bihêlin ew li ser asta herêmî û navdewletî were pejrandin.
Û Berekat diyar kir ku rêbaza rijêmê û şêwaza wê ya ewlekarî, heman rêbaza wê ya ji sala 2011an de ye, û ti guherîn tê de çênebûye, û cext kir ku helmeta ewlekarî ya ku şaxê istixbarata leşkerî biriye ser taxa Elmezê li Şamê, wê yekê tekez dike.
Û Berekat tekez kir ku take çareseriya li Sûriyê bi riya veguhestina siyasî ye, ya ku di biryarên navdewletî yên têkildarî karûbarê Sûriyê de hatiye, û di pêşî de herdû biryarên 2118 û 2254, û ji civaka navdewletî xwest ku kar li ser kartêkerkirina piroseya siyasî bo cîbicîkirina wan biryaran û bidawîkirina derdeseriyên Gelê Sûriyê û vegerandina ewlehî û aramiyê bo welêt bike.
Tê zanîn ku istixbarata leşkerî ya ser bi rijêmê ve, duh roja yekşemê, dest bi helmeteke berfireh li devera Elmezê Vêlat li Şamê kir, tê de bidehan welatî desteser kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî