Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Zuhêr Mihemed, rêz û silavan arasteyî hêz û çalakvaniyên şoreşgerî li bakurê Sûrî yên ku hejmarek ji xwepêşandanan wek piştgirî ji tevgera aştiyane ya berdewam li parêzgeha Siwêdayê re li dar xistine dike.
Û Mihemed tekez kir ku ev xwepêşandan rûyê rasteqîn yê şoreşa Sûrî diyar dike, yê ku ji destpêkê de kar li ser xurtkirina yekîtiya niştimanî û têgehên biratî û armanc û çarenûsa hevbeş kiriye.
Û hêz û çalakvaniyên şoreşgerî daxwaza rêxistinkirina xwepêşandanan li bakurê Sûrî di bin navê: “Wefedarên şoreşê ji bakur ta bi Siwêdayê hene” kirin, û bidehên kesan ew daxwaz bicî anîn û li deverên kampa Xan Elesel, Kefer Texarîm, Cerablus, Zanîngeha Helebê ya Azad, Exterîn, Efrîn, Kefer Losîn û Selqînê xwepêşandan li dar xistin.
Û çalakvanan diyar kirin ku hejmarek ji xwepêşanderan li hin deveran nikaribûn beşdariyê bikin, bi sedema bombebarana berdewam ji hêla hêzên Esed ve li ser deverên wan, ku bibû sedema ketina şehîd û birîndaran.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî