Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra, diyar kir ku wêneyên Qeyser û dîmenên Korta Eltedamun û komkujiya Çemê Qiwêq û ji bilî wan jî, hîn di bala cîhanê de ne, û tekez kir ku ew belgeyin eşkere ne li ser danûstandina hovane ji aliyê çeteyên Esed ve dermafê girtiyên Sûrî.
Û Elbehra tekez kir ku girtiyên Sûrî hatin girtin û binçavkirin tenê ji ber ku ew nerîneke siyasî ya ne wek ya rijêmê hildigrin, an ji ber beşdariya wan di tevgera aştiyane de ya ku daxwaza vegerandina mafên xwe yên mirovahî û destûrî kirine bû.
Û cext kir ku nebûna hewlên navdewletî yên cidî ji bo rizgarkirina girtiyan û diyarkirina çarenivîsa binçavkiriyên kotekî, kiryarên çeteyên Esed bo serkutkirin û terorkirinê li deverên di bin kontirola wê de zêde kirin.
Û Elbehra tekez kir ku nayê pejrandin tenê cîhan bi şermezarkirin û salixdana tiştê ku di hundir girtîgehan diqewime bêyî ti tevgereke cidî hebe nûzî sosya girtiyan bibe, û bal kişand ser ku bisedên hezaran bêguneh bendewarên azadiyê ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî