Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdellah Gedo, tekez kir ku çekdarên PYDe û destekên wan, beşdariyê di afirandina kirîza pêlên nû yên penaberiyê ji Sûriyê dikin, di rêya rijdiya wan li ser heman rêbazê di helmetên girtin û îşkencekirin û leşkerkirina neçar û perwerdeya îdîlojîk ya ku danpêdan pê tuneye re, û astengkirina jiyana xelkê.
Û Gedo amaje bi wê yekê kir ku helmetên leşkerkirina bi darê zorê ya ciwanan û revandin û leşkerkirina wan ranewestiyaye, tevî ku serkirdeyê wan soza bidawîkirina leşkerkirina zarokan li Cinêvê di sala 2019an de dabû.
Û Gedo eşkere kir ku berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê Netewên Yekbûyî û aliyên piştevaniya wan çekdaran dikin, ji bo fişara pêwîst li ser wan bikin, da ku tawan û binpêkirinên bi awayekî berdewam dermafê sivîlan pêk tînin rawestînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî