Şandeyê Desteya Danûstandinê ya Sûrî bi serokatiya Serokê Desteyê Bedir Camûs, li gel rawêjkarê Wezîrê Ewropayê û Karûbarê Derve yê Devera Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Nathan Hayek li baregeha Wezareta Derve ya Firansî li Parîsê civiya.
Û endamên Şandeyê ji Cemal Silêman ji ber platforma Qahîrayê ve, û Elîs Mferic ji Desteya Hevrêzkariyê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqratî ve û Îbrahîm Biro ji ber Encumena Niştimanî ya Kurd ve pêk hat.
Û Camûs cextî li ser rola Firansayê di Encumena Ewlekariyê de wek endamekî herdem û serokê rolane di dema niha de kir, û baweriyên xwe bi karîna Firensayê ku dosya Sûrî li ser asta navdewletî bihêle anî ziman.
Û şiroveyek berfireh li ser pêşketinên piroseya siyasî li Sûriyê pêşkêş kir, û hişyarî ji metirsiya reva rijêmê ji piroseya danûstandinê, û redkirina wê ji cîbicîkirina biryara Encûmena Ewlekariyê hejmar 2254 da, û ji Firansayê xwest ku xwedî bandoreke berfirehtir be di pêşdebirina vê doseyê berve cîbicîkirinê de li ser asta Encûmena Ewlekariyê, û tekez kir ku cîbicîkirina biryarên navdewletî ew e take-rêya gengaz bo dabînkirina aştiyê li Sûriyê.
Û di axaftina xwe de Camûs li gel rawêjkarê Firansî bal kişand ser giringiya tevgera şoreşgerî ya aştiyane li Siwêdayê, û hişyarî ji têkbirina rewşa ewlehî û mirovî li Der’ayê û parêzgehên dîtir li Sûriyê da.
Ji aliyê xwe ve, Hayek tekezî li ser piştgiriya hikûmeta welatê xwe ji karê Desteya Danûstandinê ya Sûrî re ji bo biserxistina piroseya siyasî kir, her wiha helwesta Firansayê ya neguhêr di warê piştgiriya gelê Sûriyê de, ta bighêje dewleta yasa û dadmendiyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî