Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, di Korbenda Dîplomasiya Navdewletî, ku li Antalya ya Tirkiyê hat lidarxistin û roja Yekşema borî bidawî bû de, got ku pirbûna qeyranan li cîhanê, wek ya Ukrayna, Sûdan, Yemen û Şerê dijî Xezeyê, asta guhdana welatan bi”dosyaya Sûriyê” kêm kir.
El-Behra her weha got ku ev kirîz nayê wateya ku civaka navdewletî pabend nebe bi berpirsyariyên xwe yên derbarê gelê Sûriyê, ew gelê ku li dijî rêjîma ku mafên wan ên mirovî, destûrî û siyasî xwarine û tawanên şer û tawanên li dijî mirovatiyê li dijî xelkê bêguneh pêk tîne serî hilda. Û tekez kir ku ji mafê Sûriyan e mafên xwe yên dadmendî, azadî û demokrasiyê bi dest xwe ve bînin, û tekezî li ser pêwîstiya avêtina gavên bibandor û dîtina mekanîzmayeke mecbûrkirinê ji bo cîbicîkirina tam û tund ji biryara 2254 (2015) re û nehiştina ku Rêjîma Esed zêdetir astengiyan ji çareseriya siyasî re çêbike kir.
El-Behra diyar kir ku rejîma Esed welat kiriye armanc ji êrîşên Israîlî re ji ber anîna wê ji metirsiya Îranê re bi mebesta bihêzkirina milîsên mezhebî li navçeyên di bin destê xwe de û peydakirina pêdiviyên wan, û ev yek dibe sedema bihêzkirina pirojeya Îranê û berfirehkirina dagîrkirina wê ji Sûriyê re û zêdekirina bandora wê li herêmê, bi riya bikaranîna milîsên terorîst ên ku ji Efxanistan, Îran, Îraq û Libnanê anîne, û amaje bi wê yekê jî kir ku pevrebûna krîzên navdewletî herêmperestî û hebûna rasterast ya leşkerî ya derve ya her du mezintirîn hêzên cîhanî û bihêztirîn hêzên navçeyî li ser xaka Sûriyê alozî û tevlîhevî li Sûriyê peyda kiriye, û rêyên çareseriyê li Sûriyê ji ber ku pêwîstiya wê bi têgihîştina navdewletî û herêmî di navbera van welatan de li ser asteke bilind heye, her wiha tekez kir ku her çareseriyek ji daxwazên gelê Sûriyê re yên ku ji bo wan serî hildan û qurbanî dane bidûr dikeve.
El-Behra hişyarî da ji têkçûna rewşa Sûriyê û zêdebûna azarên Sûriyan, eger danûstandinên navdewletî bi siyasetên “rêvebirina dosyayê” berdewam bin, li şûna ku karekî cidî ji bo bidestxistina çareseriyeke siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî Sûriyê û yên herî giring biryarên 2118 û 2254 hebe.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra tevî serokê desteya danustandinên Sûriyê Bedir Cemus û serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa, di sêyemîn Korbenda Dîplomasî ya Entalya de, ku li bajarê Entalya destpêka vê meha Adarê bi serperiştiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û bi însiyatîfa Wezareta Derve ya Komara Tirkiyê hat lidarxistin beşdar bû.
Di forumê de rayedarên wezîrên karên derve, dîplomat, karsaz, akademîsyen, navendên ramangêriyê, nûnerên ciwanan û medyakar hatin cem hev û li ser girîngtirîn mijar û karûbarên herêmê û cîhanê gotûbêjeke berfireh pêk anîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî