Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, tekez kir ko karkirina Îranê ji bo avakirina bankeke hevbeş bi rêjîma Esed re li Sûriyê, beşek ji stratejiya wê ye ji bo dagîrkirina aborî û civaka Sûriyê, hevdem ligel belavbûna wê ya leşkerî bi rêya milîsên xwe yên mezhebî li herêmên cuda yên Sûriyê.
Rehmê di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser wê yekê ku Îran hewla peydakirina şêwazekî ji bo garantîkirina hebûna xwe li Sûriyê dide, di dema ku gefa derxistinê li ser milîsên wê heye, û got ku rêjîma Esed alîkariya Îranê dike ji bo mana wê li Sûriyê, û karê wê hêsan dike ji bo karibe pilanên xwe bicih bîne .
Rehmê tekez kir ku rêjîma Esed berpirs e di ber hiştina ku Îran destê xwe deyne ser tevaya dahatên dewleta Sûriyê û civaka wê dagîr bike da ku hebûna wê li Sûriyê misoger bike.
Rehmê bal kişand ser wê yekê ku berdewamiya kontrolkirina Îranê ji Sûriyê re gefeke demdirêj e ji civaka Sûriyê re, herwiha metirsiyeke mezintir e ji ewlehî û aramiya navçeyê re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî