Girûpa Kar ya Partî û Şepêlên Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînek li gel Yekîtiya Şoreşgerên Helebê li baregeha Yekîtiyê li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê li dar xist, wek beşekî ji plana Girûpê ya lidarxistina civînan û xurtkirina peywendiyan bi partiyên siyasî, fraksyon û şepêlên Sûriyê re, ên ku li gel Hevbendiya Niştimanî hevnerîn û hevarmanc in.
Di civînê de Kordînatorê Girûpa Kar ya Partî û Şepêlên Siyasî Mihemed Elî Îsa û endamên Girûpê Ebdullah Gedo, Yihya Maktebî û Es’ed Elîto amade bûn.
Ji aliyê Yekîtiya Şoreşgerên Helebê ve, Cîgirê Serokê Yekîtiyê Mihemed Hesen, Endamê Encumena Emîndarên Komîteya Xwendekar û Zanîngehan Îbrahîm Homed, Endamê Encumena Komîteya Çandê Mihemed Zelxa, Endamê Komîteya Emîndarên Komîteya Ragihandinê Selîm El-Hafiz, Sekreterê Giştî yê Emîndariya Giştî Ebdulkerîm El-Ebûd û Serokê Encumena Emîndaran Omer Dawûd berpirsê komîteya ragihandinê yê beşa siyasî Hîşam Eskîf, endamê Desteya Rêvebir a Komîteya Sendîkayan Fîras El-Telcî û endamê Desteya Rêveber a Komîteya Civakî Ubeyda Yûnis.
Endamên Girûpa Kar a Partiyan şiroveyek li ser plana Hevbendiya Niştimanî ya çûna herêmên rizgarkirî, pêşxistina bakurê Sûriyê û zêdekirina hevgirtinê di navbera pêkhateyên siyasî yên Sûriyê ji hemû pêkhateyan pêşkêş kirin, û tekezî li ser giringiya partî û tevgerên siyasî weke hilgirên civaka Sûriyê û ronîkirina rola wan di karê siyasî de piştî têkdana rêjîma Esed ji jiyana siyasî re ji dehên salan de kirin.
Her weha tekezî li ser pêwîstiya gihihiştina dewleteke pêkvejiyanê di navbera pêkhateyan de ji bo pêkanîna armancên şoreşê û daxwaz û armancên gelê Sûriyê kirin.
Di heman demê de endamên Yekîtiya Şoreşgerên Helebê behsa dîroka damezrandina Yekîtiyê, û çalakiyên wê yên siyasî, piştgiriya wê ji saziyên şoreş û opozisyonê re, xebatên komîteyên wê kirin, û pergal û mekanîzmayên wê şirove kirin.
Beşdaran tekezî li ser pêwîstiya danîna yasayekê ji bo karê partî, pêkhate û tevgerên Sûriyê yên ku hevnerîn in di pêkanîna armancên şoreşê û berjewendiyên gelê Sûriyê de, û pêşxistina vê yasayê bi rêya civînên rawêjkariyê yên rolane kirin.
Amadekaran bal kişand ser pêwîstiya komkirina pêkhateyên siyasî yên şoreşgerî yên Sûriyê, daku bibin xwediyê dengekî yekgirtî û pê bandorê li kolanê bikin, û di heman demê de xwedî yek nêrînê bin û Hevbendiya Niştimanî wê nerînê bigihîne aliyên navneteweyî yên ku bi wan re dicive.
Amadebûyan temîniya giringiya berdewamiya peywendiyan û lidarxistina civînên dualî yên zêdetir herweha lidarxistina workşopên bi beşdariya Hevbendiya Niştimanî û aliyên curbicur ên Sûriyê kirin, da bibe wek platformekê ji partiyên niştimanî yên Sûriyê re li gor nêrîneke berfireh ji pêvajoya siyasî û paşeroja Sûriyê re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî