Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, tekez kir ko Hevbendiya Niştimanî dosyaya zarokê bi navê Ehmed Zeyneb ê li bajarê Gazîentabê niştecih e dişopîne, û berdewam e di piştgiriya malbata wî û danûstandina bi Tirkiyê re de ji bo bi aliyên fermî re pêvajoya dozê û encamên wê bişopînin.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku Rêvebirê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li Gazîentabê serdana malbata Ehmedê zarok kir daku rewşa wî piştî ku ji nexweşxaneyê derketiye bişopîne.
El-Şemalî ji malbata Ehmedê zarok re tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî dê di rawestana li rex wan berdewam be, û li ser hemû astan piştgiriya wan bike heta ku Ehmed vegere xwendin û jiyana xwe ya asayî û tawankar sizaya adilane bibîne.
Tê zamîn ku Zarokê bi navê Ehmed Zeyneb li eyaleta Gazîentabê rastî êrîşa komek tawankaran hatibû, û rayedarên tirk ew sûcdar girtine û di lêpirsîna wan de berdewam e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî