Şandek ji Hevbendiya Niştimaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê bi serokatiya Enes El-Ebde, digel wezîrê derve yê Elmanî Firank Valter Şitayinmer Doh, Çarşemê li Paytexta Elmaniya Berlînê civiya.
Herdû aliyan giringiya bidûvçûna rêbazeke nû derbarê tişta ku li Sûriyê diqewime anîn ziman, ku di pêşî de giringiyê bide parastina sivîlan, El-Ebde spasiya Wezîrê derve Ştayinmer kir li ser piştgiriya Elmanya ya berdewam ji miletê Sûrî re, bi taybetî alîkariyên mirovî û rola wê di çareserkirina qeyrana penaberan de.
Serokê Hevbendiya Niştîmanî careke din tekez kir ku bobelata nuha li bajarê Helebê dibe, ji encama têkçûna Civaka Navdewletî ye di parastina sivîlan de, û têkçûna di rakirina dorpêçê ji ser herêmên dorpêçkirî, û destnîşan kir ku çi plan ji bo diristkirina rewşê li Helebê û li Sûriyê bi giştî, divê sîwanekê nede ser koçkirina sivîlan, û di vê derbarê de spasiya xwe ji Elmanya re ya bi parastina sivîlan pabend e anî ziman.
El-Ebde di heyama civînê de lêzêde kir ku” Me doz li şirîkên xwe yên Elman kir ku bêtir fişarê bixin ser yên ku piştgiriya rêjîma Esed dikin, bi rêya ferizkirina sizayan bi navgîniya Yekîtiya Eworpî, li ser dezgehên Rûsî yên destên wan di tawankariyên cengê de heye û herdem piştgiriya rêjîma Esed bi çek û mal dikin”. Û bal kişand ser wê yekê “Hatiye xuyakirin ku rêjîma Esed û Rûsya dev ji çareseriya leşkerî li Sûriyê bernadin eger neçar nebin.”
Herdû aliyan dilxweşiya xwe der barê hilbijartina Donald Tiramp wek serokê Emerîka diyar kirin, û Ebde got :” Em bi hêvî ne ku bi roleke serpereştî digel tîma xwe li Sûriyê rabe, û hêvî dikin û nerîna rexnegerên xwe şaş derxîne û bi roleke mezintir rabe di rêya bidûvçûna rêbazeke nû da gavin diristî di parastina sivîlan de bavêje.”
El-Ebde diyar kir ku tekezî hat kirin li ser giringiya avêtina gavine xuyanî ji bo parastina sivîlan li Sûriyê, û bi taybetî Wekîlê Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî yê karûbarê mirovî Stîvin Obrayin vê dawiyê da xuyakirin ku berpirsiyariya parastina sivîlan dikeve ser milê dewletên endam di Netewên Yekbûyî de yên ku alavên leşkerî bo parastina sivîlan libal wan hene.
Bal kişand li ser wê yekê ku nehêlana hemû êrîşên bêserûber bi avakirina herêmeke bêbombebaran li hemû aliyên welat, û gefxwarina derbeyên xuyanî li ser bargehên rêjîmê ji gemiyên cengî, wê bihêle gelek giyan bêne parastin û gihandina alîkariyan hêsantir bike û derbideriyê kêm bike û tundrewiyê jî kêmtir bike û rêjîmê mecbûrî vegera danûstandinên Cinêvê bike û li ser veguhastina siyasî danûstandinê bike.
Herwiha tekezî li ser pêwîstiya avêtina gavine bêtir ta ku paşeroja Sûriyê li gora ku miletê wê hêjaye dabîn bikin. Her wiha xweşhaliya xwe bi ragihandina wezîrê derve yê Elmanî da xuyakirin ku welatê wî bi hemû bijardeyên ku evê amancê misoger dikin pabend e, û nêta wê heye civînekê digel şirîkên xwe yên Ewropî dawiya vê hefteyê lidar bixînin ta ku pêngavên tên gengeşe bikin.
Wezîrê derve yê Elmanî diyar kir ku welatê wî û Opozisyona Sûriyê xwedan yek armacê ne, ew jî gihiştin çareserkirineke siyasî li Sûriyê ye, û pabendiya wê ku rêjîma Esed çi rola wê di paşeroja Sûriyê de yan jî di veguhestineke siyasî ya rastî de ber bi dewleteke dîmuqratî û piralî de tune be.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê.