Hêzên Esed carek din rê li pêş karwanên alîkariyên mirovî yên ser bi NY ve girtin, û nehiştin derbas bibin navçeya Wadî Bereda ya dorpêçkirî li rojavayê Şamê, hevdem ev kiryar tê di dema ku Rijêm û Rûsiya bombebarankirina xwe li ser navçeyên dorpêçkirî zêdetir dikin, bi armanca karibe bigihêje rêkeftinekê ji bo koçberkirina xelkê dorpêçkirî ber bi Idlibê ve.
Hin çalakvanan ragihandin ku rêbendên Rijêmê duhî roja çarşemê, rê nedan derbasbûna karwanên alîkariyên NY yên bi çavdêriya Heyva Sor û Xaça Sor ku derbas bibin bo navçeya wadî Bereda ya dorpêçkirî, û diyar kirin ku karwan 48 barhilgirên alîkariyên ji NY bû, û ew alîkarî kelupelên xwarinê û pêdawîstiyên werzê zivistanê bûn.
Û biryar hebû ku ev karwan duhî roja çarşemê bigihêjin bineciha xwe, lê hêzên rijêmê yên li ser rêbenda “Elrimal” ew karwan rawestandin û nehêlan derbas bibin, bi behaneya ku pêwîstiya navçeyê bi alîkariyan tune ye.
Hêjayê gotinê ye ku karwanekî din yê alîkariyên NY di tîrmeha bûrî de derbas bû bo wadî Bereda ya 150 hezar kes tê de dijîn, piştî têkiliyên dûr û dirêj di navbera NY û Rijêmê de.
Jêder: Nivîsîngeha ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê