Serokê Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê Enes El-Ebde tekezî li ser yekgirtina helwesta siyasî di navbera pêkhateyên Dijberiya Sûriyê de kir, û destnîşan kir ku ev yek hate kirin di heman dema yekhelwesta leşkerî de ya ku niha li Helebê rû dide.
Ev yek hat, di heyama civîna Serokê Hevbendiya Niştîmanî Enes El-Ebde û Hevrêzkarê Giştî yê Desteya Bilind ya Danûstandinan Riyad Hicab, û hin nûnerên fesîleyên leşkerî, ku Doh, li paytexta Tirkiyê Enqera lidar ketibû.
Kesên civyayî tekezî li ser pransîpên Şoreşê yên bingehîn kirin, ew jî yekperçebûna xak û gelê Sûriyê ye, û dakokî li ser nebûna rola Esed di qonaxa veguhêz û paşeroja Sûriyê de kirin.
Herwiha El-Ebde û Hicab piştî hevdîtina ku bi nûnerên fesîleyên leşkerî re pêk anîbûn, bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşoğlu re rûniştin, herwiha Çavuşoğlu silavên Serokomarê Trikiyê Recep Tayyip Erdoğan ji bo Dijberiya Sûriyê veguhestin, û Çavuşoğlu bi pêşhatên herî dawî yên meydanî li Helebê hate agahdarkirin, û tekezî li ser pêwîstiya piştevaniya karînên siyasî ji bo rakirina dorpêça li ser taxên azadkirî ji bajêr hate kirin.
Serokê Hevbendiya Niştîmanî Doh, êvarî di programa “Korojê”de li ser kenala El-Cezîrê da xuyanîkirin ku di civînê de behsa pêşhatên herî dawî li cebheya Helebê hate kirin, û hevdîtinek taybet bi fesîleyên Helebî re derbarê pêdawistiyên wan pêk hat, herwiha gengeşeya derbarê pêşhatên siyasî, û pêşhatên herî dawî ji danûstandinan re, bi taybet di heyama operasyona danûstandinê ya ku niha rû dide, beşekî din yê civînê bû.
El-Ebde tekez kir ku Hevbendiya Niştîmanî dê daxwaza zêdekirina piştevaniya fesîleyên leşkerî bike, heta ku bi temamî Helebê rizgar bikin, ne tenê rakirina dorpêçê ji ser bajêr, û destnîşan kir ku wî çend pêwendî bi dewletên piştevan re derbarê vê mijarê de kirine.
El-Ebde axaftina xwe wiha berdewam kir:” Rûsya bi awayekî sereke alîkariyê di tawanên cengê yên ku li Helebê pêk tên dike, û bi awayekî sereke di dorpêça sivîlan de beşdar e, û di her tiştên ku navê tawanên cengê lê dibin, û herwiha di hewildana koçberkirina bi zorê ji sivîlan re jî beşdar e”, û destnîşan kir ku niha hewlek ji aliyê Rûsya û hevalbendên rejîmê ji milîsên mezhebî heye, ji bo koçberkirina 10 ji sedî yên mayî ji Helebê, û ew bi xwe 350 hezar welatiyên sivîl in, ji eslê 3ê Milyon û nîvan.
El-Ebde destnîşan kir ku Rûsya roja Pêncşema borî, “Ehmeqiyeke mezin kir, dema ku bi wêrekî, û bi awayekî hovane ji Grûpa Piştevaniya Navdewletî re got, ku dê helmeteke bihêz li ser Helebê hebe, û dê 4 korîdor hebin, ku 3ê ji wan ji sivîlan re ne, û dê yek ji leşkeran re be, û divê sivîl ji Helebê bar bikin, û heger leşker jê dernekevin, dê wek terorîst danûsatndin ligel wan bê kirin”.
Jêder: Hevbendî