Serokê Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê “Enes El-Ebde” diyar kir ku “Dijberiya Sûriyê rûbirîbûna êrîşên DAIŞ û rêjîma Esed dike, ya ku wargeha terorê li Sûriyê ava kir”, û tekez kir ku”Fesîleyên şerker yekemîn alî bûn ku li hemberî DAIŞê rawestiyan, ya ku bi sedema hebûna rêjîma Esed belav bû” .
El- Ebde careke din tekez kir ku “Rêjîma Esed û rêkxistina DAIŞê ya terorîst, du rû ne ji yek diravî re, ku herdu sivîlan dikin armanc, herwiha fesîleyên şoreşger yên çekdar jî armanca wan in”.
El-Ebde tekez kir ku”Danûstandin rûbirûyê meseleyeke rasteqîne tê, di dema nebûna îradeyeke cidî ji Civaka Navdewletî re, herwiha ji aliyê Rûsî ve jî , fişaran li ser rêjîmê bike da ku bi awayekî bêtir cidî kar bê kirin ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî li welat.”
Û derbarê berdewamiya goftûgoyên Cenêvê, El-Ebde got“Desteya Bilind ya Danûstandinan dê girêdayî erkên destnîşankirî be, wek avakirina şandeke danûstandinê ji Cenêvê re, û birêvebirina operasyona danûstandinan, û avakirina lêvegerkê ji xwe re“.
Serokê Hevbendiya Niştîmanî destnîşan kir ku “Danûstandin gihiştin riyeke girtî di dema nepabendbûneke diyar ji aliyê rêjîma Esed û hevalbendê wê ve bi hudneyeke mirovî, herwiha bidestxistina çi pêşketineke rasteqîne di warê mirovahî de, herwiha nebûna cidîbûnê di gengeşekirina riyên pêkanîna veguhestina siyasî ya ku nûneratiya naveroka operasyona siyasî dike”.
El-Ebde daxwaz ji dewletên Yekîtiya Ewropayê kir ku “Helwestên bêtir cidî bistîne derbarê gihiştina çare û veguhestina siyasî li Sûriyê”, û hişyariya metirsiyê derbarê tiştê ku li Sûriyê û deverê bi awayekî giştî ji pirsgirêkan rû dide da, mîna kirîza penaberan û terorê”.
Derbarê derbasbûna alîkariyên vê dawiyê (Di van rojên derbasbûyî de) bo hin deverên dorpêçkirî ji aliyê rêjîma Esed ve, û di nav wan de Dareya û El-Holê, El- Ebde da zanîn ku ev yekemîn care ku alîkarî dighên El-Holê ya dorpêçkirî ji sala 2012an de, ku nişteciyên wê zehmetiyan dibînin û “Ew alîkarî bê sûde bûn, herwiha rêjîma Esed jî piştî ku kerwanê alîkariyan derbas bû, 50 bermîlên teqîner avêt ser wî bajarî, û ev yek nîşana ku rêjîma Esed ne cidî ye di herdu pirsên mirovî û siyasî de”.
El-Ebde diyar kir ku”Dorpêç ji ser ti deverê nehatiya rakirin, ji dema derkirina biryara Encumena Ewlekariya hejmara 2254(Çilê Pêşî 2015) ya ku daxwaza rakirina dorpêçê ji ser deverên dorpêçkirî dikie, herwiha El-Ebde daxwaz ji Civaka Navdewletî bi îradeyeke rasteqîne kir “Tiştê ku ji Sûriya re dixwazim veguhestineke siyasî serkeftî ye, yan wê şewitandina wê berdewam bike, û dê ew şewat ne tenê bighê miletê Sûriyê, lê wê bigihê Rojhilata Navîn û Ewropa û Cîhanê jî “.
Jêder: Hevbendî+Anadol.