Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Uqab Yihya, li ser civînên Biroksilê digel Desteya Hevrêzkar tekez kir ko Helwesta Hevbendiyê ya diyar ji beşdarnebûna “Partiya Yekîtiya Dîmuqratî” ya Salih Miuslim serokê wê ye, di şanda desteya bala ya danûstandinan de naguhere
Li ser lihevkirinan di navbera Hevbendiyê û Desteya Hevrêzkar Yihya got: “li Kongirê Riyadê lihevkirineke giştî li ser raweya Daxuyaniya derçûyî bû, em digel firehkirina çarçoveya peywendiyên siyasî ne ji bo yekîtiya karê Opozisyonê di hevrêzî û têgihiştinan û Yekîtiya Ewropî çavdêriya hevdîtinê dike heta bigihê lihevkirinên siyasî li ser evê qonaxê”
Diyar kir ko “Belgehek ji bo gengeşeyê der barê qonaxa veguhêz û ya Çareserkirina Siyasî hat pêşkêşkirin, û ya giring nuha ko bigihên Peywendiyên berdewam yên bi paşeroja welat ve girêdayî bin heta piştî qonaxa veguhêz jî, û dê Hevbendî li gora pirogramê xwe peywendiyên berdewam digel aliyên siyasî yên corbicor yên kevin û nû bike, û şêweyine corbicor ji karên hevbeş û hevkarî û hevalbendiyê ko cihê opozisyonê di operasiyona siyasî û paşeroja welat de xurt bike, dibe jî amadekirina Kongirekî Niştimanî yê giştî jî bike.”
Yihya mandel kir ko çi fişar ji aliyê Desteya Hevrêzkar an Ewropiyan li ser Hevbendiyê çê nebûye ji bo tevlêkirina “Yekîtiya Dîmuqratî” û “ Mineset Mosko” li Şanda Desteya bala ya danûstaninan, tekez kir ko “Mijar ne li ser Partiya Yekîtiya Dîmuqrat an Xweseriya dîmuqratî” ye û em di hevbendiyê de helwesta me ji wan xuyanî ye heta ko bi evê rola tekane ya biguman radibin û ji hêla Rûsya û Emerîka ve piştgirtî ne û helwesta Desteya Hevrêzkar li gora biraya desteya bala ya danûstaninan e, çi peywendiya nuha digel wan red dike”.
Tê zanî ko Kurd di şanda desteya bala ya danûstandinan xwedî nûnerîtî ne ko ew jî di Hevbendiyê de bi rêya Encumena Niştimanî ya Kurdî û nûnerê wan yê Hevbendiyê Fûad Elîko ye û yê Desteya Hevrêzkar Xelef Dahûd e.
Jêder: Hevbendî+Acans