Girûpa “kampaniya Sûriyê”, NY bi jidestdaba destpakî û serbixwebûn û bêalîbûna xwe li Sûriyê û alîgiriya wê ji rêjîma Esed re tometbar kir, û di raporta xwe de amaje da ku 88% ji alîkariyên mirovî bo navçeyên di destê rêjîmê de hatin şandin.
Herwiha raporta kampaniyê – ji 55 rêxistinên nemîrî pêk tên- NY bi dariştina belgeyên stratîjîk di bin fermanên rêjîma Esed tometbar kir.
“Kampaniya Sûriyê” amaje kir ku NY piştgiriyek kir, û wê piştgiriyê gumanin mezin li pey xwe hêlan li deverên dorpêçkirî, û diyar kir ku NY bi awayekî pêrewkirî di pênasandin û rêzbendkirina navçeyên dorpêçkirî de têk şikest.
Di raportê de hatiye ku kiryarên hawarhatinê yên NY pê radibe ne ligor pêverên mirovî yên NY ne, û pîveran binpê dike, û ev dihêle ku NY bibe aliyek.
Di vê raportê de lêkolîneran nêzîkî 50 çavpêketinê digel karmendên biyavê mirovî û berpirsên NY pêk anîne, di nav wan de hin berpirsên berê û yên niha jî hene ku beşdarî di hilmetên hawarhatinê de kirine, li Şama paytext û dewletên cîran.
Li aliyek din Ese’d Ele’şî, rêveberê cêbicêkirinê yê Rêxistina “Sûriya mala meye” – ewjî rêxistinek ji rêxistinên kampaniya Sûriyê ye- got ku NY bi rêjeya 88% ji xwarinê li navçeyên dibin destê rêjîmê de belav kiriye, ji bona nivîsîngehên wê li Şamê bimînin, lê bitenê 12% li navçeyên rizgarkirî hatine belavkirin.
Ele’şî ev karê NY û alîgiriya wê ji rêjîmê re vegerand ji bona nûkirina “vizayên” karmendên NY, ku ev yek wan dike dibin gefa rêjîmê de, dema ku para navçeyên rizgarkirî zêde bikin.
Raportê ev yek bi pêkanîn bi navkir ji ber ku ligor biryara encûmena asayîşê alîkarî tên belavkirin, û amaje da ku ji binyatê 122 daxwaznameyan di sala 2015 an, bitenê yek daxwazname hat qebûlkirin ku derbasî navçeyên dorpêçkirî bibe.
Herwiha Ele’şî mînakek din anî li ser raporteke mirovî ya NY li sala 2015an ya derbarê Sûriyê, û bal kişand ku têde NY ketiye dibin fişarên rêjîmê de, hevoka navçeyên dorpêçkirî hatiye guhertin bi navçeyên gihiştina wan bi zehmetî ye, û diyar kir ku herdu hevok di nexşe û biryarên NY ji hev ciyawaz in.
Jêder: Hevbendî + Elcizîre