Bi awayekî çaverênekirî, li gundewarê bakur û başûrê Helebê, nakokî di navbera hêzên Esed û çeteyên Hizibulaha terorîst derketin, hevdem ku çeteyên Hizibulah ji aliyê firokên rêjîmê hatin armanc kirin û ji herdu aliyan kuştî ketin.
Ji aliyê xwe ve, Semîr Neşar, endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreşê û Rikberiya Sûriyê, diyar kir kuev şer û bevçûn “sedema wan ewe, nemana baweriyê di navbera herdu aliyan de û herwiha ziyanên mezin yên gihane Hizibulah li başûrê Helebê, ev yek wê bi şêweyekî neyînî li ser pilana wan ya ji bona dorpêçkirina Helebê vegere, û pêwîst e ku Opozisyon mifayê jê bibîne”.
Neşar li ser zarê hin jêderên opozisyonê yên li ser qada şer got ku ev şer û pevçûn derketin bi sedema tometbarkirina hinan bi sernimziyê û liyekvegerandina xeber û dijûnên tayîfegerî, û di encamê de efserek û heft serbazên hêza Esed hatin kuştina, û vê yekê hişt ku hêzên Esed bersivê bi bombebarankirina navçeya Nibil û Zehra li gundewarê bakur bidin, berî ku şer li gundewarê başûr derkevin, nemaze li navçeya Elhadir û li derdora Xan Toman.
Têzanîn ku ev ne yekemîn care ev şer di navbera herdu hevalbendan de derdike, lê ku ev yekemîn cara ev nûçe li ser Ragihandinê belav dibin, nemaze ku gihiştin radeya bombebarankirina bi firokan, û ev şer di nîva şeva çarşemê/ pêncşemê derketin li Hêlan û Elmeysat û Telet Elmedafê li gundewarê bakurê Helebê, û ligor malpera (Heleb Elyom), heta sibehî şer berdewam kir, û riya Heleb Mayir – Nibil û Zehra û Efrîn hat birîn.
Jêder: Hevbendî + Elşerq Elewset