Serokê Desteya Niştimanî ya Bergiriyê di Ber Girtî û Windayên Sûrî de dike Yasir Elferhan tekezî li ser şopandina doseya girtiyên Sûrî di zîndana Romiyê ya Libnanî de kir, û operasyonên îşkencê yên rêbazkirî dermafê girtiyan yên dijberî yasa û urfên navdewletî şermezar kir.
Û Elferhan di daxwiyaniyn taybet de bo malpera Elhel Nêt diyar kir ku Deste bi karê komkirina dîdevaniyan radibe, yên ku hejmara wan gihiştine 59 kesî ji dîdevan û yên ji zîndana Romiyê ya Libnanî rizgar bûne, û lêvegerê bo agahiyên ku ofîsa penaberan ya Hevbendiya Niştimanî wergirtine çêdike, û temîniyan li gel aliyên têkildarî doseya zîndana Romiyê dişopîne.
Û Elferhan cext kir ku Hevbendiya Niştimanî li ser rêbazekê kar dike, di riya pêwendiya li gel tevaya girtiyan re, û guhdarî dîdevaniyên wan dike, û li gel parêzerên Libnanî yên serpereştiya doseya girtiyên di zîndanê Libnanê de pêwendiyê dike.
Û derbarê rewşa tenduristî yê girtiyên zîndana Romiyê Elferhan diyar kir ku Netewên Yekbûyî karibû hin keresteyên bizîşkî bi dijwarî derbasî hundir zîndanê bike, ew jî ji ber ku zîndan di bin desthilata endamên milîsên Hizbullah ê terrorist yê Libnanî de ye.
Û li gor alavên ragihandinê yên Libnanî û saziyên mafnasî di heyva bûrî de heft kesî ji ber danûstandina xirab û guhnedana rewşa wan ya tenduristî canê xwe ji dest dan, di nav de sûriyek û filestîniyek hebûn, wê sedemê jî hişt ku girtiyên di zîndanê de mangirtin û greva birçîbûnê di hundir zîndanê de lidar bixin.
Û raporên mafnasî balê dikşînin ser ku girtiyên Sûrî di zîndana Romiyê ya Libnanî de rastî binpêkirinên rêbazkirî derbarê mafên wan yên sereke tên, û hin ji wan di bin îşkencê de hatin kuştin, û hejmarek dî ji wan radestî amûrên ewlehî yên girêdayî rijêma Esed kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî