Monday, May 5, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Elasimî: Çareseriya Herî Baş li Sûriyê di Riya Pêvajoya Cinêvê û Cîbicîkirina Biryarên Navdewletî re ye

May 17, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
Elasimî: Çareseriya Herî Baş li Sûriyê di Riya Pêvajoya Cinêvê û Cîbicîkirina Biryarên Navdewletî re ye

Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Eymen Elasîmî, pesnê mana dewleta Qeter û Almaniyayê li ser helwêstên xwe yên derbarê asayîkirina têkliyên hin dewletan li gel rijêma Esed û dîtina çareseriya dadmend li Sûriyê da, û Elasîmî amaje bi wê yekê kir ku baştirîn çareseriya Sûriyê di rêya Cinêvê û cîbicîkirina biryarên navneteweyî re ye.

Û Elasimî di daxwiyaniyin taybet de, îro çarşemê, got ku berdewamiya dewletên Amerîka, Qeter û dewletên Ewropî li ser helwestên xwe ji doza gelê Sûriyê, heye ku lezkirina proseyên asayîkirina têkliyan û vegerandina peywendiyên dewletên deverê bi rijêma Esed re sînordar bike, û got ku ev helwêst  dê bibin fişar li ser rijêmê û piştgirên wê li şûna rewakirina wê.

Û herdû dewletên Qeter û Almanya îro Çarşemê di kongirekî rojnamevanî de li Dewhayê, di navbera Serokwezîr û wezîrê derve yê Qeterê, Şêx Mihemed kurê Ebdulrehman Al Sanî, û Wezîra Derve ya Almanya Analina Baerbock, helwêstên xwe dubare kirin û gotin ku “Divê çareseriya ji bo vegerandina aramiyê li Sûriyê, bi razîbûna gelê Sûriyê be.”

Û Al Sanî di kongreya rojnamevanî de amaje bi wê yekê kir ku takeçare ew e, dîtina çareseriyeke dadmend û giştgir ji pirsa Sûriyê re, û got ku çareseriya vegerandina aramiyê li Sûriyê divê gelê Sûriyê razî bike.

Û wezîra derve ya Almanî Annalina Baerbock jî diltengiya welatê xwe ji gavên vê dawiyê yên hin dewletan ber bi asayîkirina têkliyên bi rijêma Esed re anî ziman, û Baerbuck got: “Civaka navdewletî nikare hovîtiya Beşar Esed ji bîr bike, û em daxwaz dikin ku gelê Sûriyê di ewlehî û aramiyê de bijî, û piroseyeke siyasî li Sûriyê hebe.

Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaniyeke xwe ya berî çend rojan de, tekez kiribû ku Operasyonên normalkirina têkliyan xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê nakin, û ne piştgiriya daxwazên wî dikin, û ne jî xizmeta berjewendiyên dewletên bira dikin, û dê kiryarên rijêma Esed ên ji bo jinavbirina ewlehî û aramiya dewletên dost û bira zêde bikin.

Û Hevbendiya Niştimanî ji tevaya dewletan daxwaza birrîna têkiliyan bi rijêma tawankar re, û piştgiriya gelê Sûriyê di riya cîbicîkirina biryarên navdewletî re nemaze herdû biryarên 2254 û 2118 kiribû, û ji wan xwestibû ku bizaveke cidî bo pêkanîna veguhastina siyasî bikin, û demê winda nekin bi dana derfetê ji rijêma Esed re, ji bo bi hîlebaziyan xwe  bihêz neke û ji sizayan nereve.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Share1TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Îdrîs: Ev Çi Hişmendî ye ya ku Desthilatdarên Libnanî Xwe Dispêrnê Dema Çarenivîsa Qurbanî bi Sûcdar re Gotûbêj Dikin?

Îdrîs: Ev Çi Hişmendî ye ya ku Desthilatdarên Libnanî Xwe Dispêrnê Dema Çarenivîsa Qurbanî bi Sûcdar re Gotûbêj Dikin?

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.