• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Saturday, 27 May , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Îdrîs: Ev Çi Hişmendî ye ya ku Desthilatdarên Libnanî Xwe Dispêrnê Dema Çarenivîsa Qurbanî bi Sûcdar re Gotûbêj Dikin?

May 18, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Îdrîs: Ev Çi Hişmendî ye ya ku Desthilatdarên Libnanî Xwe Dispêrnê Dema Çarenivîsa Qurbanî bi Sûcdar re Gotûbêj Dikin?

Hevrêzkar Ofîsa Karûbarên Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selîm Idrîs, daxwiyaniyên vê dawiyê yên Wezîrê Karûbarê Derve û Revendan ê Libnanê Ebdullah Bo Hebîb şermezar kirin, ji ber ku têde gotiye ku penaberên Sûrî ne bi darê zorê têne vegerandin, di dema ku Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî herî kêm girtina çar Sûriyan piştî dersînorkirina wan ji Libnanê belge kiriye, her weha Navenda Wisûl ya Mafên Mirovan girtina ne kêmtir ji du kesan ji sûriyên ku ji libnanê dersînor bûne li ser destê Tabûra Çaremîn ya Artêşa rijêmê hatine binçavkirin, belge kiriye .

Û Idrîs di daxwiyaniyên taybet de îro got ku eger ji Wezîrê Libnanî re hêsan bû ku rastiya ku di raportên rêxistinên navdewletî, herêmî û navxweyî yên mafên mirovan de hatiye, derbarê tiştê ku penaberên Sûriyê yên li Libnanê rastiyê tên, di medyayê de red bike, gelo çawa dewleta Libnanî dikare hevrêziyê li gel rijêma Esed derbarê pirsa vegera penaberên Sûrî yên ku ji ber zordariya hêz û amûrên wê yên ewlekariyê reviyane bike?

Û Idrîs got ku ev çi hişmendî ye ya ku Wezîr û desthilatên Libnanî xwe dispêrinê, dema çarenivîsa qurbaniyan li gel tawankar gotûbêj dikin, û mafê kontrolkirina çarenûsa yekî ji ber desthilatdariyeke hov û tawankar reviyaye didin heman desthilatê?

Û ev yek piştî daxwiyaniyên Wezîrê Derve û Revendan ê Libnanê Ebdullah Bo Hebîb hat, yê ku di çarçoveya beşdarbûna xwe di civîna amadekarî ya Wezîrên Derve yên Ereban de gotibû:”Ti vegerandineke bi zorê ya derbiderên Sûrî ji Libnanê nîne” û her wiha got ku dewleta Libnanî li ser dosya vegerandina derbideran hevrêziyê li gel rijêma Sûrî û dewletên ereb dike.

Tevî ku berî bi demekê Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî bal kişandibû ser ku dersînorkirina penaberan ji Libnanê “binpêkirineke eşkere ye” ji yasaya navdewletî re, li gorî prensîba “venegerandina kotekî”, ya ku nahêle dewlet bi zorê çi kesî vegerînin welatekî ku heye lê rastî çewsandinê were.

Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî binpêkirinên berdewam ji aliyê hikûmeta Libnanê ve li dijî penaberên Sûrî şermezar kirin, ji ber ku bûyerên girtin û dersînorkirina kotekî berve deverên di bin kontrola rijêma Esed de dubare dibin, bêyî ti pabendiya bi mafên penaberan ên ku li ser asta navdewletî naskirî ne, û bi xemsarî li metirsiya ku ew penaber tûşî bibin dema vegerin Sûriyê dinêrin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Derbarê Yazdehemîn Salvegera Komkujiya Elholê li Humsê

May 25, 2023
Desteya Siyasî Behsa Bijardeyên Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî di Rûbirûbûna Normalkirina Têkliyên Erebî li Gel Rijêma Esed Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Siyasî Behsa Bijardeyên Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî di Rûbirûbûna Normalkirina Têkliyên Erebî li Gel Rijêma Esed Dike

May 25, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.8k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Siyasî Behsa Bijardeyên Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî di Rûbirûbûna Normalkirina Têkliyên Erebî li Gel Rijêma Esed Dike

Hevbendiya Niştimanî Berdewamiya Revandina Zarokan ji Aliyê Milîsên PYDe yên Terorîst ve Şermezar Dike

Eletasî: Sûriya di Serdema Rijêma Beşar Esed de di Nav Dewletên Herî Wêrankirî di Cîhanê de ye

Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Rapora Karê Xwe li Pêşiya Desteya Siyasî Pêşkêş Dike

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.